Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî piştevaniya xwendekarên Beşa Kurdî li Efrînê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Efrînê alîkariyên diravî pêşkêşî bi dehan xwendevanên Beşa Kurdî li peymangeha amadekirina mamosteyan li Efrînê kir.

Xêrxwaziya Barzanî di çarçoveya piştgiriya xwe ya ji bo zimanê kurdî de, alîkariyên diravî pêşkêşî 64 xwendevanên beşê Kurdî li Peymangeha Amadekirina Mamosteyan kir.

Ev gav tê, di çarçoveya alîkariya Xêrxwaziya Barzanî ji xwendevanan re bi giştî û bi taybetî xwendevanên beşê Kurdî.

Li aliyekî din jî, dezgeh alîkariyan pêşkêşî koçberkiriyên Efrînê yên ku vedigerin warê xwe dike, ew alîkarî kelûpelên jiyana rojane li xwe digirin.

Piştî erdheja 6ê Sibatê ya wêranker li Efrînê, Xêrxwaziya Barzanî yekem karwanê alîkariyên mirovî di 10ê heman mehê de gihand Efrînê û ji wê demê ve alîkariya xelkê dike.