Înisîyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî jêneger e

Navenda Nûçeyan (K24) – Înisîyatîfa Yekîtiya Demokratîk bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê daxuyaniyek belav kir û bang li parlamentoyê kir ku zimanê Kurdî di destûra bingehîn de were qebûlkirin û bibe zimanê perwerdehiyê.

Înisîyatîfa Yekîtiya Demokratîk îro 20ê Sibatê bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser girîngiya zimanê dayikê û polîtîkayên zextê yên li ser zimanê Kurdî. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku zimanê dayikê ji bo her neteweyê nîşaneya hebûn û rûmetê ye û wekî "mohra nasnameyê" hat pênasekirin.

Daxuyaniya Înisîyatîfa Yekîtiya Demokratîk:

Zimanê dayikê ji bo her neteweyan nîşaneya hebûn û rûmetê ye. Netewe bi zimanên xwê yên dayikê çanda xwe diafirînin, hebûna xwe veduguhesînin nifşa nû. Zimanê dayikê tenê ne amûrê ragihandinê ye, rasterast mohra nasnameyê ye. Netewe ancax bi parastina zimanê xwe yê dayikê dikarin çandeke hevpar û yekîtiya neteweyî biafirînin, di nava civaka xwe de piştevaniyeke rêxistinî û xweşbîniyeke civakî ava bikin Ji ber vê, zimanê dayikê ji bo her gel û neteweyan stûna herî xurt û jêneger e. 

Lê mixabin li seranserê cîhanê gelek ziman li ber çavên mirovahiyê tune dibin, pêşî li polîtîkayên netewe-dewletan ên li dijî zimanê dayikê nayê girtin. Gelê Bengalê ji bo azadiya zimanê xwe di 21ê Sibata 1952an de serî hilda, ji bo zimanê xwe yên dayikê berdêlên giran dan. Piştî têkoşîna wan, bi dehan salan şûnde ancax di sala 1999an de 21ê Sibatê ji aliyê Rêxistina Perwerde, Zanistî û Çandî ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) ve wekî Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê hat qebûlkirin. 

Her çiqas ji aliyê UNESCOyê ve mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê bi peymanan hatibe girêdan jî, li Tirkiyeyê zimanên dayikê ji destpêka sedsala 20emin heta roja îro hê jî ne xwediyê statuyeke fermî ne. Lewra Komara Tirkiyeyê li ser bingeha înkara zimanê dayikê ku ji xeynî Tirkî tên axaftin, hat avakirin û di serî de li ser Kurdî (Kurmancî, Zazakî), li ser zimanên dayikê yên gelên din bi awayekî sîstematîk polîtîkayên bişaftin û tunekirinê hatin meşandin. Lewra tevî erdnigariya Kurdistanê û Tirkiyeyê ya pirçandî û pirzimanî, pergala dewletê li ser esasa yekperestiyê teşe girt. Di nava 100 sala dawî de gelek ziman tuna bûn, îro jî 15 ziman di bin xetereya tunebûnê de ne. 

Ji ber helwesta dewletê ya yekperest, gelê Kurd ji bo zimanê xwe yê dayikê berdêlên giran dan. Pirsgirêka Kurd jî wekî pirsgirêka qedexekirina Kurdî derket holê. Lewra di sedsala dawî de li ser zimanê Kurdî tu car zext û zordarî, qedexe û bişaftin kêm nebûn. Ji ber vê, di pêvajoya aştî û demokratîk de li ser dewletê ferz e ku dîroka xwe ya li dijî zimanên dayikê jî di ber çavan re derbas bike. Ji niha şunde, bêstatuya zimanê Kurdî nayê qebûlkirin û perwerdehiya bi Kurdî nayê paşguh xistin. Em dizanin ku eger dewlet biryar bide, rayagiştî ya Tirkiyeyê jî ji bo statu û perwerdehiya bi zimanê dayikê amade ye. Ji ber vê, em bang li parlamentoyê dikin ku bila zimanê dayikê di destûra bingehin de were qebûlkirin û bi zagonan were parastin. 

Herwiha parastina hemû zimanên dayikê yên li Kurdistanê ji bo civaka demokratîk jî erkeke girîng e. Di çarçoveye paradîgmaya neteweya demokratîk de her netewe hem dikare zimanê xwe yê dayikê piparêze û bi pêş bixe hem jî dikarê xweşbîniya di nava zimanan de ava bike. Gelê Kurd jî ligel rêzgirtina li hemû zimanan, divê bi awayekî xurt li Zazakî û Kurmancî xwedî derkeve. Li ser neviyên Ehmedê Xanî û Celadet Alî Bedirxanan ferz e ku bi zimanê xwe biaxivin, bifikirin û binivîsinin. Bi taybetî, divê neyê jibîrkirin ku dibistana ewilîn malbat e û divê di jiyana zarokan de zimanê sereke, zimanê dayikê be. Lewra amûra sereke ya yekîtiya me ya neteweyî û demokratîk, bêguman Kurdî ye. 

21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li hemû têkoşêrên zimanê Kurdî û li hemû gelên bindest ku ji bo azadiya zimanê xwe têdikoşin pîroz be.