Parêzgarê Hewlêrê: Piraniya tabiloyên xwaringeh, mall û kargehan bûn Kurdî
Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Hewlêrê Omed Xoşnaw diyar kir, Hewlêr di warê bikaranîna zimanê dayikê li cihên giştî de niha li Hewlêrê piraniya tabiloyên mall û xwaringehan bi zimanê Kurdî ne û tenê hejmareke pir kêm mane werin guhertin..
Omed Xoşnaw îro 20ê Sibata 2026an ji malpera Kurdistan24ê re axivî û diyar kir, ev pêvajo bi biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya sala 2023an dest pê kiriye û got: "Piştî biryara Serokwezîr a ji bo Kurdîkirina tabiloyên li cihên giştî, Hewlêr bajarê yekem bû ku lijneyeke bilind ava kir. Me gelek kampanya meşandin û niha li piraniya xwaringeh, mall û mêvanxaneyan zimanê Kurdî wek zimanê yekem tê bikaranîn."
Parêzgarê Hewlêrê destnîşan kir, wan demek dabû xwediyên kargehan da ku tabiloyên xwe bikin Kurdî, eger kargeh zimanê Kurdî wek zimanê sereke bikar neynin, dê werin cezakirin.
Xoşnaw got: "Em niha bi tamî nizanin rêje çend e, lê tenê hejmareke pir kêm a kargehan mane. Di pêşerojê de ti tabiloyek bêyî zimanê Kurdî li Hewlêrê namîne."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di 21ê Sibata 2023an de bi boneya Roja Zimanê Dayikê fermanek derxistibû. Li gorî vê fermanê:
- Divê tabiloyên hemû saziyên hikûmî û nehikûmî bi Kurdî bin.
- Nûnertî, konsulxane, rêxistinên biyanî û kompanyayên kerta taybet divê zimanê Kurdî bikar bînin.
- Li otêl, xwaringeh û cihên geştiyariyê, divê lîsteyên xwarinê (menu), rêber û rênima bi zimanê Kurdî amade bin.