Neşet Zaza: Biryara tekalî ya li ser çarenivîsa gelê Kurd nayê qebûlkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Encûmenên Xwecihê yên ENKSê Neşet Zaza ragihand, tekparêziya di biryara siyasî û leşkerî de ziyanê digihîne berjewendiyên gelê Kurd û bang kir ku li gorî lihevkirinên neteweyî gav werin avêtin.
Neşet Zaza di beşdariya bultena nûçeyan a Kurdistan24ê de ragihand, "Nabe ku biryara şer û aştiyê yan jî biryarên stratejîk ên derbarê pêşeroja gelê me de, tenê di destê aliyekî siyasî de bin. Ev yek ji aliyê me ve nayê qebûlkirin. Divê hemû hêzên Kurdî li ser bingeha berjewendiyên neteweyî û bi şêwirînê biryaran bidin."
Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya ENKSê bang li Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) kir ku siyasetên xwe yên berê li ber çavan re derbas bike û dawî li kirdarên neyînî bîne. Zaza tekez kir ku divê lihevkirinên "Konferansa 26ê Nîsana 2025an" û peymanên berê werin cîbicîkirin da ku rê li ber karesatên nû were girtin.
Zaza bal kişand ser dîroka ENKSê û piştgiriya Herêma Kurdistanê û destnîşan kir, ENKS li ser bingeha daxwazên rewa yên gel û bi piştgiriya dîrokî ya Serok Mesûd Barzanî hatiye avakirin. Herwiha Zaza got: "Rola Serok Barzanî di parastina nasnameya Kurdî û piştgirîkirina Kurdên Sûriyeyê de dîrokî ye. Herêma Kurdistanê her tim di rojên dijwar de deriyê xwe ji gelê me re vekiriye û di warê dîplomatîk de jî bûye dengê me."
'Şam di çareseriya siyasî de ne cidî ye'
Derbarê diyaloga ligel hikûmeta Sûriyeyê de, Neşet Zaza diyar kir, Şam hîn jî bi hişmendiya ewlehî û leşkerî nêzîkî pirsê dibe û got: "Hikûmeta Sûriyeyê heta niha bi awayekî pratîk û cidî nêzîkî mafên Kurdan nebûye. Armanca me ew e ku mafên gelê Kurd di destûra nû ya Sûriyeyê de bi fermî werin mîsogerkirin û hevpariyeke rasteqîn li welat pêk were."
Zaza di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku heta yekrêziya Kurdî li ser bingeheke neteweyî ava nebe, dê metirsiyên li ser herêmê berdewam bikin.