Hikûmeta Tirkiyeyê dicive û çend mijaran gotûbêj dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Kabîneya hikûmeta Tirkiyeyê piştî navbereke sê hefteyî îro dicive. Di civînê de du mijarên herî krîtîk; pêngavên nû yên Pêvajoya Aştiyê û egera êrîşa Amerîkayê ya li ser Îranê tên nirxandin.

Kabîneya hikûmeta Tirkiyeyê îro 23ê Sibatê bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan dicive, yek ji xalên rojevê nirxandina qonaxa dawî ya "Pêvajoya Aştiyê" ye. Di vê çarçoveyê de, dê naveroka rapora "Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê" ya ku beriya çend rojan hatibû pesendkirin, were pêşkêşkirin.

Tê payîn ku di civînê de pêngavên hiqûqî û yasayî yên ku ji bo qonaxa bê ya pêvajoyê pêwîst in, bi hûrgilî bên nîqaşkirin. 

Mijareke din a li ser maseya kabîneyê ye, rageşiya navbera Amerîka û Îranê ye. Hikûmeta Tirkiyeyê egera êrîşeke Amerîkayê ya li ser Îranê û encamên wê yên li ser ewlehiya herêmê û Tirkiyeyê gotûbêj dike.