Sinan Çiftyurek: Di rapora "aştiyê" de navê Kurdan û pirsa Kurd tune ye!
Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamenterê DEM Partiyê Sinan Çiftyurek rexne li rapora komîsyona pêvajoya aştiyê girtin û diyar kir, dewlet pirsa Kurd tenê wekî "pirsgirêka terorê" dibîne. Çiftyurek destnîşan kir, bêyî guhertina destûra bingehîn û naskirina nasnameya Kurd, aştiyeke mayînde ne pêkan e.
Parlamenterê DEM Partiyê Sinan Çiftyurek beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û derbarê rapora dawî ya komîsyona pêvajoya aştiyê, rewşa zimanê Kurdî û pêngavên çareseriyê de nirxandinên girîng kirin.
Çiftyurek di destpêka axaftina xwe de Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî pîroz kir û bal kişand ser rewşa Kurdî li Bakurê Kurdistanê. Herwiha diyar kir, zimanê Kurdî di bin bandoreke giran a asîmîlasyonê de ye û got: "Her neteweyek bi çand û zimanê xwe li ser piyan dimîne. Divê zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û bibe xwedî statuyeke fermî."
Sinan Çiftyurek rapora komîsyonê ya derbarê pêvajoya aştiyê de bi tundî rexne kir û destnîşan kir ku di raporê de navê "gelê Kurd" û "pirsa Kurd" nayê hildan.
Herwiha got: "Komîsyon ji serî heta dawî tenê behsa teror û ewlehiyê dike. Lê em baş dizanin ku pirsa Kurd ne pirsgirêka terorê ye; ev pirs, pirsa 170 salan e û pirsa rizgariya neteweyekî ye. Heya ku dewlet navê pirsa Kurd rast daneyne û hebûna vî gelî qebûl neke, raporên wiha vala ne."
Çiftyurek diyar kir, ew êdî baweriya xwe bi gotinên devkî nayînin û daxwaza pêngavên yasayî û destûrî kir. Herwiha bal kişand ser sîstema ku ji sala 1924'an û vir ve hatî avakirin û xwast ku guhertinên bingehîn di destûrê de bên kirin û got: "Em daxwaz dikin ku maddeyên 42 û 66 ên destûra bingehîn bên guhertin. Divê nasnameya Kurd di qada hiqûqî de were naskirin. Heya ku Kurd di qada qanûnî û îdarî de nebin parçeyek ji statuya welat, pirsgirêk nayên çareserkirin."
Di berdewamiya axaftina xwe de, Çiftyurek bal kişand ser helwesta Tirkiyeyê ya li hemberî Rojavayê Kurdistanê û got, Tirkiye hewl dide destkeftiyên Kurdan li derveyî sînoran jî tune bike, lê ev polîtîka tenê krîzê kûrtir dike. Çiftyurek bang kir ku Tirkiye dev ji vê helwestê berde û bi Kurdan re li ser bingeha wekheviyê li hev bike.
Banga ji bo çareseriyê
Sinan Çiftyurek di dawiya axaftina xwe de hin daxwaz rêz kirin ku eger ev xal pêk hatin, dê baweriyek dirust bibe ku çareserî heye, lê eger pêk nehatin, dê encam xetimandineke siyasî be, ew daxwaz:
- Naskirina fermî ya gelê Kurd û pirsa Kurd di qada siyasî û civakî de û gavên yasayî ji bo vegera kesên ku çek danin û pirs nebe, pirsa teror û sûçê.
- Rakirina astengiyên li ser zimanê Kurdî û perwerdehiya bi zimanê dayikê.
- Serbestberdana girtiyên siyasî û girtina dosyayên mîna doza Kobanê.
- Avakirina sîstemeke demokratîk ku hemû pêkhate xwe tê de bibînin.