Hêmin Kurdaxî: Vegera Efrîniyan bersiveke tund li dijî projeya guhertina demografîk e
Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Encûmena Sivîl a Efrînê Hêmin Kurdaxî ragihand, piştî 8 salan ji koçberiyê, hesret û amadekarî ji bo vegera xelkê Efrînê li ser axa xwe, gihîştiye asta herî bilind. Kurdaxî da zanîn ku tevî hemû astengî û guhertinên demografîk, xelkê Efrînê amade ne bi her awayî vegerin malên xwe.
Hêmin Kurdaxî di beşdariya di bultena nûçeyan a Kurdistan24ê de, derbarê rewş û amadekarîyên vegera koçberên Efrînê de agahiyên girîng parve kirin. Kurdaxî bal kişand ser girêdana kûr a Efrîniyan bi ax, av û darên wan ve û diyar kir ku ev girêdan di dîrokê de bi ti polîtîkayan nehatiye qutkirin.
Kurdaxî aşkere kir, tenê li herêma Cizîrê û Kobanê nêzî 12 hezar malbatên koçber ên Efrînê hatine tomarkirin ku daxwaza vegerê dikin. Her wiha da zanîn, di çarçoveya pêngaveke nû de, nêzî 400 malbat bi hev re amade ne ku di demeke nêz de ber bi Efrînê ve bi rê bikevin.
Berpirsê Encûmena Sivîl a Efrînê destnîşan kir, koçberên Efrînê ne tenê li Sûriyeyê, lê li Libnan, Tirkiye, Başûrê Kurdistanê û Ewropayê jî belav bûne û çavê hemûyan li vegerê ye.
Astengiyên li Pêşiya Vegerê û Dagirkirina Malan
Derbarê rewşa hundirê Efrînê de, Kurdaxî bal kişand ser hinek zehmetiyên dijwar û diyar kir, gelek mal û milkên Kurdan ji aliyê komên çekdar û malbatên ku ji herêmên din hatine anîn ve, hatine dagirkirin.
Kurdaxî got: "Hinek dagirker daxwaza pereyan ji xwediyên malan dikin da ku ji malên wan derkevin. Hinek jî gefê dixwin ku eger bên derxistin dê malan xerab bikin. Lê tevî van hemûyan jî îradeya gelê me ya vegerê bi hêz e."
Peywendiyên bi Hikûmeta Şamê re û Garantî
Hêmin Kurdaxî da zanîn jî, ji bo hêsankirina pêvajoya vegerê, di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyeyê de hevdîtin û amadekarî hene. Herwiha diyar kir jî, hikûmeta Şamê soz û garantî daye ku xelkê sivîl dikarin vegerin ser mal û milkên xwe û ew wek saziyên sivîl alîkariya vê pêvajoyê dikin.
Di dawiya axaftina xwe de, Hêmin Kurdaxî destnîşan kir ku projeyên ji bo guhertina demografiya Efrînê ku ji dema Partiya Beis û vir ve bi şêweyên cuda berdewam dikin, dê bi vegera gelê resen ê Efrînê pûç bibin. Kurdaxî got, ew wek Encûmena Sivîl bi her awayî piştgiriyê didin koçberan, da ku ev hesreta 8 salan bidawî bibe.