Serok Barzanî: Divê hikûmeta bê ya Iraqê pirsgirêkên madeya 140ê û qanûna petrol û gazê çareser bike
Navenda Nûçeyan (K24) - Baregayê Barzanî ragihand ku, Serok Mesûd Barzanî îro (Duşem, 23ê Sibata 2026ê) li Pîrmamê pêşwaziya Nûnerê Serokê Amerîkayê ji bo Karûbarên Sûriyeyê û Balyozê Amerîkayê li Tirkiyeyê Tom Barrack kir.
Di wê hevdîtinê de, ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî tê de amade bûbû, Tom Barrack kêfxweşiya xwe ji bo hevdîtina bi Serok Barzanî re anî ziman û pesnê rola wî di pêşîgirtina li berfirehbûna şer û tundûtûjiyê de û herwesa bizavên wî yên ji bo aramkirina pêşveçûnên vê dawiyê yên Sûriyeyê di serkeftina peymana di navbera Hikûmeta Sûriyeyê û HSDê de kir.
Tom Barrack amaje jî da ku, divê ji bo pirsgirêkên Iraqê jî feyde ji hîkmet û rênimayên Serok Barzanî bê wergirtin. Tekez jî kir ku, welatê wî dixwaze Iraq xwedî serweriya xwe be û di wê çarçoveyê de jî girîng e ku Amerîkayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re têkilî û hevparî hebin.
Her di wê hevdîtinê de Serok Barzanî bal kişand ser dîrok û têkoşîna gelê Kurdistanê û wan tawan û jenosîdên ku li dijî gelê Kurdistanê hatine kirin û got ku, gelê Kurdistanê her gav aştî û pêkvejiyan xwestiye û xwestiye ku pirsgirêk dûrî tundûtûjiyê bên çareserkirin.
Serok Barzanî di derheqa Iraqê de jî ragihand ku, pabendbûna bi destûrê û bingehên hevparî, hevdengî û hevsengiyê wesa dike ku Iraq pêş bikeve û berjewendiya gelê Iraqê jî her di wê yekê de ye ku destûr bê bicihanîn, Iraq xwedî biryar û serweriya xwe be, bi hemî cîranên xwe re berjewendiyên hevpar hebin, û hevpariya di navbera Amerîka û Iraqê de jî li ber çav bê wergirtin.
Her di wê hevdîtinê de Serok Barzanî tekez jî kir ku, hikûmeta bê ya Iraqê pabendî bicihanîna destûrê û bingehên federalîzmê be, û herwesa qanûn ji bo çareserkirina wan pirsgirêkan derkevin ên ku hîn nehatine çareserkirin û ji bo paşeroja gelê Iraqê girîng in, wekî qanûna petrol û gazê û madeya 140ê û qanûnên girêdayî bicihanîna bingehên federalîzmê di dewleta Iraqê de.
Serok Barzanî di derheqa mijara Serokkomarê Iraqê de jî got ku, ji ber ku ew post para gelê Kurdistanê ye, divê mekanîzmeka hejî ji bo destnîşankirina berbijarê Serokkomar hebe, ku îradeya gelê Kurdistanê nîşan bide.
Serok Barzanî di derheqa mijara Serokwezîrê Iraqê de jî ragihand ku, Çarçoveya Hevahengiyê biryarê dide ka kî dê berbijarê posta Serokwezîr be, û ji bo me jî girîng e ku serokwezîr pabendî destûrê û bingehên hevparî, hevsengî û hevdengiyê be.
Pêvajoya navxweyî ya herêmê û rewşa deverê jî mijarên tewerekê din ê wê civînê bûn û Serok Barzanî hêvî kir ku, pirsgirêkên deverê bi rengekê aştiyane bên çareserkirin û dever ji şer û tundûtûjiyan dûr bibe.