Serok Barzanî sersaxî ji malbata Wîdad Erselan re xwest

Serok Barzanî
Serok Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî peyameka hevxemiyê ji bo koça dawiyê ya malbata Wezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê berê û kesayetiyê navdar ê Tirkmen Wîdad Xurşîd Erselan belav kir û tê de sersaxî ji malbat û kesûkarên wî re xwest.

Peyama Serok Barzanî:

Bi Navê Xudayê Mezin û Dilovan

Bi xem û kovaneka mezin ve nûçeya koça dawiyê ya kesayetiyê navdar ê Tirkmen û Wezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê berê Wîdad Xurşîd Erselan gihîşt me.

Em sersaxiyê ji malbat û kesûkar û nasên Xudêjêrazî Wîdad Erselan re dixwazin û em xwe hevparên xema wan dizanin.

Em ji Xudayê mezin dixwazin ku canê Xudêjêrazî bi bihuşta mezin şa bike û sebir û hedarê bide her kesekî.