Nêçîrvan Barzanî bo Tom Barrack: Herêma Kurdistanê dê her dem faktora aramî û tenahiyê be

Nêçîrvan Barzanî û Tom Barrack
Nêçîrvan Barzanî û Tom Barrack

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê û Nûnerê Serokê Amerîkayê ji bo Karûbarên Sûriyeyê civiyan û li ser pêşketinên dawiyê yên deverê axivîn.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Duşem, 23ê Sibata 2026ê) pêşwaziya Nûnerê Serokê Amerîkayê ji bo Karûbarên Sûriyeyê û Balyozê Amerîkayê li Tirkiyê Tom Barrack kir.

Li gorî ragihandina Serokatiya Herêma Kurdistanê, di wê civînê de ku Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê Joshua Harris jî tê de amade bûbû, têkiliyên Amerîkayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, pêşketinên dawiyê yên rewşa Sûriyeyê û pêvajoya siyasî li Iraq û Herêma Kurdistanê hatin nîqaşkirin.

Herwesa amaje hatiye dan ku, wê şandeyê rola Nêçîrvan Barzanî di bizavên wî yên dîplomatîk de ji bo tenahiya deverê, kêmkirina aloziyan û peymana di navbera Şam û HSDê de pesinand. Serokê Herêma Kurdistanê jî ji aliyê xwe ve tekeza kir ku, Herêma Kurdistanê dê her dem faktora aramî û tenahiyê be.

Herwesa di wê civînê de behsa pêşketinên dawiyê yên deverê jî hat kirin; Di vî warî de, Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser girîngiya çareserkirina aştiyane ya pirsgirêkan û parastina aramî û tenahiyê li deverê kir.