Tirkiye amadekariya wergirtina 180 girtiyên DAIŞ’ê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Dosyeya DAIŞ’ê ya li herêmê dikeve qonaxeke nû û krîtîk. Tirkiye û Iraq ji bo radestkirina girtiyên DAIŞ’î yên welatiyên Tirkiyeyê li ser maseyê ne. Lê ya herî girîng ew e; dê ev prose çawa birêve biçe? Li gorî serokê Kafkasamê. Ev trafîka bi Amerîkayê re, armanc dike ku gefa terorê ya herêmî bi dawî bike û rê li ber projeya stratejîk a Rêya Geşepêdanê jî vedike. Analîstekî siyasî jî dibêje piştî tespîtkirinê dê dadgehkirin û darizandin di bin koordinasyona Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê de be.

Tirkiye amadekariyê dike, girtiyên DAIŞ’ê yên welatiyên xwe ji Iraqê wergire. Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Hisên ragihand; Enqere ji bo wergirtina girtiyên DAIŞî ku bi eslê xwe Tirk in razî bûye. Balyozê Tirkiye yê Bexdayê Anil Bora Înan jî diyar kiribû ku hejmara van girtiyan zêdetirî 180 kesan e û meha bê li Bexdayê ji bo mekanîzmaya radestkirinê dê civînek bê lidarxistin. Piştî girtina Kampa Holê û girtîgehên li Sûriyeyê, bi hevahengiya Amerîkayê ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê veguhestina endamên DAIŞ’ê bo Iraqê di 12’ê Sibatê dawî bû. Li gorî Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Iraqê, ji Sûriyeyê 5 hezar û 704 girtiyên ji 61 welatên cuda bo Iraqê hatine veguhastin.

Serokê KAFKASAMê Prof. Dr. Hasan Oktay ji K24ê re got: “Nêzîkî salek berê, Hewlêr û xeta Bexda-Enqere li dijî terorê peymanek îmze kirin. Bi vê re endamên DAIŞê wê ser Tirkiyeyê re li cîhanê werin belavkirin. Pêvajoya dadgehkirin û girtina welatiyên Tirkiyeyê wê bidome. Ev trafîka bi Amerîkayê re, armanc dike ku gefa terorê ya herêmî bi dawî bike. Ev têkoşîn, rê li ber projeya stratejîk a Rêya Geşepêdanê jî vedike. Lê veguhestina endamên DAIŞê, li welatên Ewropayê fikarên mezin çêdike. Di encamê de ev mutabaqat, hevkêşeyeke aborî û ewlehiyê ya pir hesas e.”

Herwiha tê gotin ku lêpirsînên ji aliyê Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Iraqê ve dibe ku demeke dirêj bikişînin û îhtimal heye ku hin navên payebilind ên rêxistinê, beriya ku ji raya giştî re werin eşkere kirin, ji nişkê ve bînin Tirkiyeyê. Analîstekî siyasî jî behsa vê prose û aliyê darizandinê dike ku dê Enqere nexşereye çawa bide pêşiya xwe.

Şîrovekarê siyasî Hasan Selîm Ozertem dibêje: “Ji koma ku ji Kampa Holê şandibûn Iraqê, dê 180 girtî bi zarokên xwe vegerin Tirkiyeyê. Bexda piştî temamkirina lîsteyê, bo destpêkirina prosedurên hiqûqî dê navan ji Enqereyê re bişîne. Veguhestina van kesan û veqetandina wan a ji malbatên wan, dê bibe qonaxa bingehîn a pêvajoya dadwerî. Rewşa tevlîbûna sûc, dê li ser belgeyên îstîxbarata Tirkiye, Iraq û Sûriyeyê were tespîtkirin û darizandin di bin kordînasyona Wezareta Dadê de bibe. Di vê çarçoveyê de, di Qanûna Têkoşîna Dijî Terorê û Qanûna Înfaza Cezayan de li gorî asta tevlîbûna tundiyê, amadekirina hin rêziknameyên nû û nêzîkatiyeke wekhev ji bo mijara DAÎŞ’ê jî tê payîn.”

Di "Lîsteya Lêgerînê" ya Wezareta Karên Hundir de, bi hinceta endamtiya DAIŞ’ê derbarê 98 kesan de biryara girtinê heye. 16 ji van di "kategoriya sor" de cih digirin ku bersûcên fîrarî yên Komkujiya Gara Enqereyê İlhami Bali, Deniz Buyukçelebi û Nusret Yilmaz jî di nav wan de ne.