Feramerz Esedî: Em têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re pêş dixin
Navenda Nûçeyan (K24) - Konsulê Giştî yê Îranê li Herêma Kurdistanê ragihand ku, ew têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de di hemî waran de pêş dixin. Herwesa hêvî kir ku, encama danûstandinên Îran û Amerîkayê jî baş be.
Konsulê Giştî yê Komara Îslamî ya Îranê li Herêma Kurdistanê Feramerz Esedî îro (Sêşem, 24ê Sibata 2026ê) ji Kurdistan24 re ragihand: Me bi Herêma Kurdistanê re di hemî waran de têkiliyên baş hene, û em li pey pêşxistina van têkiliyan digerin û me planên cuda cuda jî ji bo vê yekê hene.
Konsulê Giştî yê Îranê li Hewlêrê amaje jî da: Em dê piştî meha Remezanê li ser dosyeya têkiliyên xwe bixebitin û wan pêş bixin. Îşela encama danûstandinên Îran û Amerîkayê jî dê baş be.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî jî pêştir ji Kurdistan24ê re ragihandibû: Têkiliyên di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de pir baş in. Hema piştî ku Serokkomarê Îranê dest bi kar kir, serdana wî ya yekê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê bû.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê eşkere jî kir ku, tevgereka bazirganîyê ya gelek baş di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Herêma Kurdistanê de heye.