Maxim Rubin: Rûsya hevala Kurdan e û em doza wan fêm dikin
Navenda Nûçeyan (K24) - Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Herêma Kurdistanê di çavpêkeftineka taybet de hevfêmkriineka nû di navbera Mosko û Waşintonê de ji bo bidawîkirina şerê Ukraynayê eşkere kir, herwesa pesnê rola serkirdetiya siyasî ya Kurdan di sivikkirina aloziyên Sûriyeyê de kir û got ku, têkiliyên wan bi Herêma Kurdistanê re stratejîk û dîrokî ne.
Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Herêma Kurdistanê Maxim Rubin îro (Sêşem, 24ê Sibata 2026ê) di çavpêkeftineka taybet de bi kanala Kurdistan24ê re bal kişand ser salvegera çarê ya şerê Ukraynayê, têkiliyên Mosko û Hewlêrê û herwesa rewşa siyasî ya Rojhilata Navîn.
Maxim Rubin pesnê rola Herêma Kurdistanê di bizavên wê yên ji bo çareserkirina aloziyên Sûriyeyê de da û ragihand: Sûriye welatekî girîng e û şer tê de bandor li ser tevahiya deverê kiriye. Em pêngavên serkirdetiya Herêma Kurdistanê ji nêz ve dişopînin û erênî dibînin.
Navbirî tekez jî kir: Em dizanin ku Serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî şîretên pir bikêr û avaker dane her du aliyên Şam û HSDê, herwesa ji bo danûstandinan mêvandariya şandeyên herdu aliyan kiriye. Em hêvî dikin ku ev pêngav berhemdar bin.
Çar salên şer û "Hevfêmkirina Alaskayê"
Maxim Rubin di derheqa derbazbûna çar salên destpêkirina operasyonên leşkerî yên Rûsyayê li Ukraynayê de jî got ku, welatê wî di vê demê de "xurttir û yekgirtîtir" bûye û civaka Rûsyayê zêdetir pişta xwe bi xwe germ kiriye.
Konsulê Rûsyayê li ser bidawîkirina şer eşkere kir ku, ew amade ne ku wê hevfêmkirina ku bi birêvebiriya Donald Trump re li Alaskayê hatiye kirin bi cih bînin. Herwesa got: Şertên me zelal in; divê Ukrayna bêalî be û nebe endama NATOyê, herwesa îtîrafê bi mafê biryardanê yê gelê Donbasê bike, ku bûye parek ji axa Rûsyayê.
Têkiliyên dîrokî û aborî yên yên Herêma Kurdistanê û Rûsyayê
Maxim Rubin di pareka din a gotinên xwe de têkiliyên di navbera Rûsya û Herêma Kurdistanê de "baş, dostane, bihêz û demdirêj" wesif kirin û ji bo dîroka têkiliyên Mela Mistefayê Barzanî bi Rûsyayê re vegerand.
Navbirî herwesa got: Ez dixwazim behsa qehremanê Kurd Mela Mistefayê Barzanî bikim, ku 12 salên jiyê xwe li Rûsyayê derbaz kirin, paştir vegeriya Kurdistanê û şoreşa xwe ji bo mafên gelê Kurd berdewam kir.
Konsulê Rûsyayê ji aliyê aborî jî ve ragihand: Şîrketên enerjiyê yên Rûsyayê bi rengekê serkeftî li Herêma Kurdistanê dixebitin û me plana berfirehkirina têkiliyên xwe yên bazirganiyê heye. Herwesa her êrîşeka li ser jêrxaneya enerjiyê ya Herêma Kurdistanê şermezar kir û "neqebûlkirî" weif kir.
Vîze û geştiyarî
Maxim Rubin di derheqa hêsankariyên hatin û çûnê de jî piştrastî da ku, deriyê wan vekirî ye ku bêyî hebûna navbeynkarekî vîzeyan bidin welatiyên Herêma Kurdistanê, bi şertekî ku vexwendineka fermî an geştiyarî bi wê daxwazê re hebe.
Konsulê Rûsyayê di derheqa geştên rasterast di navbera Rûsya û Herêma Kurdistanê de got: Em li ser vê yekê difikirin û em dizanin ku dê gelek feyde ji bo her du aliyan hebin.
Navbirî herwesa peyama dostîniyê pêşkêşî gelê Kurd kir û got: Rûsya dosta Kurdan e û em doza wan fam dikin, ku ew dixwazin li ser axa xwe bi azadî û ewlehî bijîn. Ev têkiliya me jî ji derveyî berjewendiyên siyasî û aborî ye û têkiliyeka hestyarî û mirovî ye.