Çavdêrên Tirk: Du destkeftiyên pêvajoya aştiyê hene
Stenbol (K24) – Kesayetên diyar ên Tirk dibêjin, du destkeftiyên girîng ên pêvajoya aşitiyê hene: Yekemîn nêzikbûna aliyên cûda yên yên Kurdan bû ku li Sûriye, Îraq û Tirkiyeyê hatin ba hevdu. Rapora hevbeş a komîsyonê jî destkeftiyeke girîng e ku nexşerêya pêvajoyê û riya demokrasiya Tirkiyeyê destnîşan dike. Li gor wan dê hikûmeta Tirkiyeyê di demeke nêzik de çend gavên demokratîk bo pêşvebirina pêvajoyê bavêje.
Salek bi ser banga Ocalanî ya ji bo çekdanîn û xwehilweşlandina PKKyê derbas dibe û di nava salekê de ji rojavayê Kurdistanê heta Qendîl û Enqereyê gelek bûyer û pêşhatên girîng rû dan. Lê di nava salekê de ne siyasetmedarên zindanîkirî hatin azadkirin, ne qeyyûm ji ser şaredariyan çûn ne jî çaksaziyên yasayî bo radestbûna gerîlayên PKKyê hatin kirin. Beramber vê li rojavayê Kurdistanê HSDyê destkeftiyên xwe ji dest dan.
Lê zanayekî siyasetê ji paşaroja pêvajoyê geşbîn e û li gor wî rawestana şerî û danûstandin bi serê xwe destkeftî ne û çi kes û alî zerermend nebûne.
Zanayê Siyasetê Dr. Ufuk Uras ji K24ê re got: “Li gor min mezintirîn destkeftiya vê pêvajoyê nêzikbûna aliyên cûda yên Kurdan bû ku li Suriyeyê, Îraqê û Tirkiyeyê hatin ba hevdu. Gelek destkeftiyeke girîng bû ku rengên cûda yên Kurdan viyaneke hevpar nîşan dan. Pesendkirina rapora komîsyonê jî gelek girîng bû û ez bawer im êdî dê gav werin avêtin. Dê ji bo çûyîna qeyyûman, azadkirina siyasetmedaran, çareserkirina pirsa perwerdeya bi zimanê zikmakî û başkirina şertûmercên zindanîbûna Ocalanî dê gav werin avêtin.”
Yek ji gavên ku hikûmetê avêtibû, avakirina komîsyona pêvajoyê û serdana wê ya bo Ocalanî û rapora wê ya hevbeş bû.
Kesayetekî diyar ê Tirkiyeyê dibêje, rapor dê bibe nexşerêya pêvajoyê û pirsa Kurdî jî dê bi demokratbûna Tirkiyeyê çareser bibe.
Nivîskar Oral Çalişlar dibêje: “Çek û şer dawî bû. Ev gelek girîng bû. Herwiha rapora komîsyonê jî destkeftiyeke hêja ye. Ji ber ku azadiya axaftinê û xwerêxistinkirinê diparêze. Rapor, banga pabendbûna biryarên Dadgeha Destûrê û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê dike. Rapor, bergiriya deshilata şaredariyan dike. Rapor, dê riya demokrasiya Tirkiyeyê veke. Pirsa Kurdî jî bi riya wê demorkasiyê çareser bibe. Wekî mînak, pirsa qeyyûman, berê tenê pirsa Kurdan bû. Lê îro bûye pirseke giştî ya şaredariyên Tirkiyeyê ye. Yanî pêvajo eşkere kir ku, pirsa Kurdî ne tenê pirsa Kurdan e. Pirsa demokrasiya Tirkiyeyê ye.”
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan roja Çarşemê gotibû, di 16 mehên dawî de pêşveçûnên ciddî di pêvajoyê de çêbûne. Pêvajo dê bigihije qonaxeke nû û parlemento jî dê roleke pêşeng bigerîne.