DEM Partî di salvegera banga Ocalan de: PKK’ê peywira xwe cîbicî kir, niha dora dewletê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), di salvegera yekem a "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" de daxuyaniyeke giring dan. Hevserokan tekez kirin ku Abdullah Ocalan û PKK’ê pêngavên pêwîst avêtine û niha berpirsyarî li ser milê dewletê ye daku aştiyeke domdar pêk were.

Roja Înê, 27ê Sibata 2026an, Hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakırhan li Enqereyê bi daxuyaniyekê nirxandina qonaxa niha ya pêvajoya aştiyê kirin.

Tulay Hatimogullari: "Têkoşîn divê ji çekê veguhere siyaseta demokratîk"

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogullari diyar kir, banga Abdullah Ocalan a 27ê Sibata 2025an "gaveke dîrokî" bû û got: "Pêwîst e em hemû bi awayekî wekhev li vî welatî bijîn. Ev pêvajo ne tenê ji bo Kurdan, lê ji bo serkeftina demokrasiyê li hemû Tirkiyeyê ye. Tiştê ku Ocalan daxwaz kir, ji aliyê PKK’ê ve hate cîbicîkirin. Niha divê desthilat bersiveke guncav bide û nexşerêyeke nû diyar bike daku têkoşîn bi temamî ji qada çekdarî veguhere qada siyasî."

Tuncer Bakırhan: "Aştî bi yekalî pêk nayê"

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakırhan jî di axaftina xwe de amaje bi hewildanên Sirri Sureyya Onder ên ji bo aştiyê kir û soz da ku ew ê li ser rêça wî berdewam bin. 

Bakirhan bal kişand ser dîroka pirsa Kurd û got: "Sed sal e li vî welatî pirsa Kurd bêçareser maye. Banga 27ê Sibatê deriyekî nû vekir daku ev pirs bi rêyên demokratîk were çareserkirin."

Bakirhan destnîşan kir, ev banga aştiyê ne tenê bi Tirkiyeyê re sînordar e û got: "Ev bang Sûriyeyê jî li xwe digire û rêya çareseriya neteweyî ya Kurdan nîşan dide. Peyama vê bangê, peyama pêkvejiyana aştiyane ye. Em wek DEM Partî şev û roj di nav gel de ne û em baş dizanin ku aştî û demokrasî bi tenê aliyekî pêk nayê û sernakeve. Divê her du alî jî bi dilsozî gavan biavêjin."

Di daxuyaniyê de hate xwestin ku dewlet ji bo qonaxa nû ya siyasî garantiyên hiqûqî amade bike û rê li ber siyaseta demokratîk bi temamî veke, daku pêvajo nebe mijara xapandinê û bigihîje encameke mayînde.