Encamên pişka gera 16an a Lîga Şampiyonan diyar bûn
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Nyonê yê Swîsreyê, pişka gera 16an a Lîga Şampiyonan a Ewropayê (UEFA Champions League) hate kişandin. Pişkê çendîn lîstikên "agirîn" û dijwar derxistin pêşiya hezkiriyên futbolê, ku di serî de Manchester City û Real Madrid rûbirûyî hev dibin.
Lîstikên gera 16an bi vî rengî ne:
Piştî temamkirina hemû amadekariyan, pişka gera 16an ev encam dan:
- Manchester City - Real Madrid
- Chelsea - Paris Saint-Germain (PSG)
- Newcastle United – Barcelona
- Liverpool – Galatasaray
- Tottenham - Atletico Madrid
- Bayern Munich – Atalanta
- Arsenal - Bayer Leverkusen
- Sporting Lisbon - Bodo/Glimt
Di pişka îro de, ligel gera 16an, nexşerêya qonaxên çaryek-fînal û pêş-fînalê jî hate diyarkirin, daku her tîmek zanibe heta fînalê dê li gel kîjan tîman rûbirû bibe.
Dema lîstikan:
Yekîtiya Futbolê ya Ewropayê (UEFA) bernameya lîstikên qonaxa derçûnê bi vî rengî eşkere kir:
- Gera 16an: Lîstikên çûnê di 10 û 11ê Adarê de, lîstikên vegerê jî di 17 û 18ê Adara 2026an de tên lîstin.
- Çaryek-fînal: Lîstikên çûnê di 7 û 8ê Nîsanê de, lîstikên vegerê di 14 û 15ê Nîsanê de ne.
- Nîv-fînal: Lîstikên çûnê di 28 û 29ê Nîsanê de, lîstikên vegerê di 5 û 6ê Gulanê de ne.
Fînal: Lîstika fînalê ya mezin dê di 30ê Gulana 2026an de were encamdan.
Hezkiriyên futbolê bi taybetî li benda çend lîstikên agirîn bin, wek Manchester City û Real Madridê, Newcastle United – Barcelona û - Chelsea - Paris Saint-Germain (PSG) ku asta van hemû tîman nêzîkî hevdu ne.