Wezîrê Tenduristiyê: Pêdivî nake welatî ji pêdivîtiyê zêdetir dermanan bikirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Tenduristiyê tekez kir ku, pêdivî nake welatî ji pêdivîtiyê zêdetir dermanan bikirin û embar bikin, tenê hejmara ku ji aliyê bijîşkan ve biryar li ser hatiye dayîn ji bo dabînkirinê bes e û bihayê tu derman û pêdivîtiyên bijîşkî giran nebûye.

Wezîrê Tenduristiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Saman Berzincî îro (Duşem, 2ê Adara 2026ê) ragihand: Amadekarî ji bo her bûyerek û îhtîmaleke nexwestî hatine kirin. Em welatiyan piştrast dikin ku, di sektorên giştî û taybetî de hejmareke baş a derman û pêdivîtiyên bijîşkî li şîrket û embaran heye û hewce nake ku xwe bitirsînin.

Saman Berzincî herwesa got: Pêdivî nake ku welatî ji pêdivîtiyê zêdetir dermanan bikirin û embar bikin, tenê hejmara ku ji aliyê bijîşkan ve biryar li ser hatiye dayîn ji bo dabînkirinê bes e û bihayê tu derman û pêdivîtiyên bijîşkî giran nebûye. Divê welatî di dema kirîna derman û pêdivîtiyan de ji wî buhayê ku li ser stîkerên hikûmetê hatiye destnîşankirin zêdetir pereyî nedin.

Navbirî eşkere jî kir ku ew dê bizav û rêkaran zêdetir bike, ji bo dabînkirina derman û pêdivîtiyên bijîşkî yên pêdivî ji bo nexweşxaneyan, hawarhatinan, holên neştergeriyan û çavdêriya giran, wekî parek ji plana hawahatina amadekirî.

Wezîrê Tenduristiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya planeke bilez, hewcedarî, celeb û qebareya her bûyerekê ji bo amadekariyên warê tenduristiyê li ber çav hatine wergirtin û plan û amadekariyên tîmên bijîşkî yên gerok, tîmên bijîşkî yên tengaviyan, tîmên tengaviyan ên bilez û ambulansan li her cihekî bûyerê û berî gihîştina nexweşxaneyê.

Saman Berzincî tekez jî kir ku, hemî birêvebiriyên giştî yên tenduristiyê hatine erkdarkirin ku ji bo pêşwazîkirina rewşên awarte, nobedariya bijîşk û karmendan, hebûna derman û pêdiviyên bijîşkî amade bin, û di rewşên awarte de, welatî dikarin bi rêya telefonê têkiliyê bi hejmar 122 a ambulansê re têkiliyê deynin.