CENTCOM: Me di 48 saetan de 1250 armanc li Îranê hingaftine
Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku, di 48 saetên pêşîn ên êrîşa li dijî Îranê de, wan 1250 armanc hingaftine.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM), ku çavdêriya hêzên Amerîkayê li deverê dike, îro (Duşem, 2ê Adara 2026ê) ragihand ku, ji destpêka êrîşên asmanî yên li dijî Îranê, wan navendên fermandariyên hêzên çekdaran, bingeh û sekoyên avêtina mûşekên balîstîk, keştî û binaviyên hêzên deryayî û navendên mûşekan ên dijî keştiyan kirine armanc û wêran kirine.
Fermandariyê navbirî eşkere jî kir ku, tenê di roja yekê ya wan êrîşan de, wan hezar armanc li seranserê Îranê hingaftine.
Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.
Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her ud aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.
Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.