Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştgiriya tam ji berhemên navxweyî re dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo lêkolînkirina nûçeyên derbarê hawirdekirina cureyekî dermanê balindeyên xwemalî, ferman da ku komîteyeke taybet û pispore bê avakirin.

Bi biryara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, komîteyeke taybet hat erkdarkirin, da ku li ser wan gotegot û nîqaşên derbarê hawirdekirina dermanekî taybet ê mirîşkan de lêkolînan bike. Tê gotin ku ev derman ji bo bikaranîna di zeviyên xwedîkirina mirîşkan de hatiye anîn.

Li gorî biryara Serokwezîr, erkê vê komîteya pispor ew e ku bi hûrgilî û demildest rastiya vê mijarê eşkere bike. Armanca sereke ya vê lêkolînê, piştrastbûna ji silametiya tenduristiya welatiyan û parastina kalîteya berhemên navxweyî ye. Komîte hatiye raspêrdan ku di zûtirîn dem de dest bi kar bike û encamên lêkolînên xwe ji raya giştî re ragihîne.

Di çarçoveya vê biryarê de, Mesrûr Barzanî careke din tekezî li ser stratejiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, ku bi her awayî piştgiriyê dide berhema navxweyî. Herwiha Serokwezîr diyar kir ku parastina silametiya giştî û ewlehiya aborî ya Herêmê, di lîsteya karên pêşîne yên kabîneya wî de ne.

Di daxuyaniyê de hişyariyeke tund jî hat dayîn ku hikûmet bi ti awayî çavê xwe li ti binpêkirinekê nagire ku bibe sedema metirsiyê li ser sektora berhemanînê yan jî tenduristiya welatiyan. Her wiha dê li hemberî kesên binpêkar, rêkarên yasayî yên herî tund werin girtin.