Trump ji Kurdistan24ê re: Em ji danûstandinên bi Îranê re ne dilxweş in

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê peywendiyên bi Îranê re û rewşa siyasî ya Iraqê de bersiva Kurdistan24ê da û ragihand, ew ji nêzîkatiya Îranê ya di danûstandinan de ne dilxweş e.

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro 27ê Sibatê bersiva pirsên Berpirsê Ofîsa Kurdistan24ê ya Washingtonê Rehîm Reşîdî da û got: "Min hîn biryara xwe ya dawî li ser Îranê nedaye. Ez ji şêwazê serederî û danûstandinên wan ne razî me, lê belê em ê rê nedin ku Îran bibe xwedî çekên atomî ."

Herwiha Trump diyar kir, roja Înîya bê dê careke din bi Îranê re rûnên, da ku rewşê binirxînin û biryara li ser gavên bê bidin.

Derbarê egera namzedbûna Nûrî Malikî ji bo posta Serokwezîriya Iraqê û helwesta Amerîkayê ya di vê mijarê de, Trump got: "Ez Iraqê û gelê Iraqê jî pir hez dikim, lê belê ka em binerin bê dê çi bibe."