Encûmena Ewlehiyê ya NY navê Eniya Nusreyê ji lîsteya cezayan derxist

Navenda Nûçeyan (K24) - Encûmena Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî biryar da ku, navê Eniya Nusreyê ya berê, ku paşê wekî “Desteya Tehrîr Şam”ê hat nasîn, ji lîsteya cezayan derxîne. Ev jî piştî bicihanîna biryarên berê tê, ku girêdayî rêxistinên terorîst bûn.

Komîteya Cezayan a girêdayî Encûmena Ewlehiyê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku wê, li gorî biryarên 1267 (1999), 1989 (2011) û 2253 (2015) yên girêdayî rêkxistinên DAIŞ û Qaîdeyê û kes û kom û qewareyên girêdayî wan, xalek ji lîsteya cezayan derxistiye.

Komîteya navbirî amaje jî da ku, astengkirina çavkaniya darayî û qedexekirina geştkirinê û qedexekirina çekan, ku di benda 1ê ya Biryara 2734 (2024) a Encûmena Ewlehiyê de hatine û li gorî benda 7ê ya Peymana Neteweyên Yekgirtî hatiye pejirandin, êdî li ser Eniya Nusreyê nayê bicihanîn.

Desteya Tehrîr Şamê li destpêkê bi navê Eniya Nusreyê di dema şerê navxweyî yê Sûriyeyê de hat damezrandin û wê demê Serokê Sûriyeyê yê niha Ehmed Şera serokatiya wê dikir. Hikûmeta Amerîakyê jî di wê demê de ew wekî "komeke terorîst" binav kir, berî ku Encûmena Ewlehiyê biryarê bide ku wê bixe nav lîsteya cezayên qeware û kesên girêdayî rêkxistina Qaîdeyê.

Di vê navberê de, di meha Cotmehê ya borî de, Hikûmeta Brîtanyayê bi rengekê fermî ragihand ku wê navê "Desteya  Tehrîr Şamê" ji lîsteya rêxistinên terorîst ên qedexekirî derxistiye, ev jî wekî pêngavekê ji bo peydakirina derfeta hevkariyeke nêzîktir bi Sûriyeyê re.

Hikûmeta Brîtanyayê tekez jî kir ku, ew biryar piştî nirxandineke berfireh û şêwirmendiyeke têr û tesel bi aliyên peywendîdar re hatiye dan û bi rêkareke wekhev re, ku ji hêla Amerîkayê ve hatibû bicihanîn, hevdem e.