Araqçî: Şerê li dijî Îranê neyasayî ye; artêşa me ji bo bersivdayînê amade ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Araqçî di peyamekê de bi tundî êrîşî Serokê Amerîkayê û Serokwezîrê Îsraîlê kir û ragihand, hêzên wan ên çekdar ji bo her cure rûbirûbûnekê amade ne.

Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Araqçî, li ser hesabê xwe yê tora civakî "X" peyamek belav kir û helwesta tund a welatê xwe ya li hemberî Amerîka û Îsraîlê nîşan da û diyar kir, şerê Benjamin Netanyahu û Donald Trump ê li dijî Îranê, bi temamî "bê hincet, neyasayî û neheq e." 

Wezîrê Îranî bi vê yekê peyamek da ku welatê wî di warê hiqûqa navdewletî de van hewildanan wekî "destdirêjî" dibîne.

Di beşeke din a peyamê de, Araqçî rexne li siyasetên Serokê Amerîkayê Donald Trump girtin û got ku Trump berjewendiyên Îsraîlê xistiye ser yê Amerîkayê û wiha nivîsand: "Trump dirûşma 'Pêşî Amerîka' guhertiye û kiriye 'Pêşî Îsraîl'. Ev yek jî her tim tê wê wateyê ku 'Amerîka di rêza dawî de ye'."

Wezîrê Derve yê Îranê got jî: "Hêzên me yên çekdar ên bihêz ji bo rojeke wiha amade ne. Ew ê derseke şayiste û mezin bidin êrîşkaran."