Li Sûriyeyê di encama ketina mûşekeke Îranê de 4 kes hatin kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Suweydayê, di encama ketina mûşekeke Îranê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û çend kesên din jî birîndar bûn. Hat ragihandin jî, li parêzgehên Dera û Quneytrayê jî parçeyên mûşekan ketine xwarê.
Ajansa nûçeyan a Sûriyê (SANA) ragihand, îro Şemiyê, mûşekeke Îranê li avahiyekê li bajarê Suweydayê ket. Di encamê de, 4 kesan canê xwe ji dest dane û hejmarek kes jî birîndar bûne.
Li gorî ajansa Reutersê jî, parçeyên mûşekan li bajarê Quneytra û devera Hewza Yermûkê ya ser bi parêzgeha Derayê ve ketine xwarê.
Herwiha hat ragihandin, îro li asmanê Sûriyê bi awayekî berbiçav dengê firokeyên şer tê bihîstin. Ev tevgera asmanî ya tund, hevdem e ligel destpêkirina êrîşên leşkerî yên Amerîka û Îsraîlê yên li dijî Îranê pêk tê.