Fransa, Brîtanya û Almanya êrîşên Îranê yên li ser welatên Kendavê şermezar dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Her sê welatên mezin ên Ewropayê êrîşên Îranê yên li ser welatên Kendavê şermezar kirin, lê ragihandin, ew bi ti awayî beşdarî êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li dijî Îranê nabin.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron, Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer û Şêwirmendê Almanyayê Friedrich Merz li ser êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li dijî Îranê û bersivên Tehranê, îro 28ê Sibatê civiyan. Piştî civînê, her sê welatan daxuyaniyeke hevbeş belav kir.

Di daxuyaniya hevbeş de hat ragihandin: "Em bi ti awayî beşdarî van êrîşên ku li ser Îranê têne encamdan nabin." Bi vê biryarê, her sê welatên Ewropî xwe ji şerekî rasterast ê li dijî Îranê dûr xistin.

Her sê welatan di daxuyaniya xwe de bi tundî êrîşên Îranê yên li ser welatên Kendavê şermezar kirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, ew rewşê ji nêz ve dişopînin û bi Amerîka û Îsraîlê re di nav peywendiyan de ne. Herwiha bang li Îranê hat kirin ku ji "êrîşên serberdayî" yên li ser welatên herêmê dûr bikeve.

Fransa, Brîtanya û Almanyayê daxwaz ji hemû aliyan kir ku rageşiyê kêm bikin û vegerin ser maseya danûstandinan. Di daxuyaniyê de banga taybet li serkirdeyên Îranê hat kirin ku li şûna şer û pevçûnan, li pey rêyên dîplomatîk û çareseriyên siyasî bigerin.