Odeya Bazirganiyê ya Hewlêrê: Komgeh tije ne û ti metirsî li ser asayîşa xurekê nîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Li ber ronahiya rageşiyên navçeyê, Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Hewlêrê peyameke piştrastkirinê arasteyî welatiyan kir û ragihand, rewşa bazarê aram e û yedeka xurekê di komgehan de ji bo demeke dirêj heye. Di heman demê de daxwaz ji welatiyan kir jî, ji kirîna zêde dûr bikevin.

Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Hewlêrê îro 28ê Sibatê di daxuyaniyeke fermî de ku arasteyî raya giştî kiriye, hûrgiliyên rewşa bazar û xurekê aşkere kirin.

Li gorî daxuyaniyê, piştî şopandina hûr a bazarê û peywendiya bi kompanyayên mezin ên hawirdekirinê re, derketiye holê ku bireke mezin û pêwîst ji kelûpel û xurekên bingehîn di komgehan de heye û ti metirsiyek ji bo kêmkirina wan di rojevê de nîne.

Odeya Bazirganiyê daxwaz ji welatiyan dike, mîna rojên asayî serederiyê bikin û nîgeran nebin, ji ber ku zincîra dabînkirin û veguhastina xurekê bêyî qutbûn berdewam e.

Di beşeke din a daxuyaniyê de, Odeya Bazirganiyê ya Hewlêrê bang li bazirganan kir ku bi hesta berpirsyariya niştimanî û exlaqî tevbigerin. Hat tekezkirin jî, bazara Hewlêrê bi destpakiya xwe tê naskirin, lewma divê ji qorxkarî û bihakirina nirxan dûr bikevin, nexwe dê çavdêrî tund bibin û parastina hevsengiya bazarê were kirin.

Amerîka û Îsraîlê serê sibêya îro Şemî, 28ê Sibata 2026an, êrîşên asmanî li ser Îranê dan destpêkirin û di encamê de çend serkirdeyên wî welatî hatin kuştin.

Di bersivê de jî, Îranê her zû bersiva wan êrîşan da û tevî avêtina hejmarek mûşekan ber bi Îsraîlê ve, çendîn bingeh û baregehên leşkerî yên Amerîkayê li welatên navçeyê kirin armanc.