Firokxaneya Navdewletî ya Kuweytê bi dronan hat armancgirtin
Navenda Nûçeyan (K24) – Desthilata Firokvaniya Sivîl a Kuweytê bi ragihand, firokxaneya wan a navdewletî rastî êrîşeke bi dronan hatiye û di encamê de hejmarek karmend birîndar bûne.
Berdevkê Rêveberiya Giştî ya Firokvaniya Sivîl a Kuweytê Ebdullah Racihî di daxuyaniyekê de eşkere kir, Firokxaneya Navdewletî ya Kuweytê bi dronan hatiye armancgirtin.
Li gorî daxuyaniyê, êrîşê rasterast avahiya Termînala 1ê (T1) a geştiyaran kiriye armanc. Di encama teqîna dronan de, ziyan gihîştiye beşek ji avahiyê û hejmarek karmendên firokxaneyê birîndar bûne. Racihî destnîşan kir, birînên karmendan sivik in û metirsî li ser jiyana wan nîne.
Ev êrîş piştî wê yekê tê, îro serê sibê, Amerîka û Îsraîlê êrîşeke asmanî ya berfireh birin ser axa Îranê û hat ragihandin ku di encamê de çend berpirsên bilind ên Îranî hatine kuştin.
Di bersiva van êrîşan de, Îranê ragihand ku wan dest bi operasyoneke berfireh kiriye. Îranê ji bilî avêtina mûşekan ber bi Îsraîlê ve, bingehên leşkerî yên Amerîkayê yên li welatên herêmê jî kirine armanc.