Netanyahu: Di rojên pêş de em ê bi sedan binkeyên din ên Îranê bikin armanc

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Îsraîlê di gotarekê de gefa berfirehkirina êrîşên li ser Îranê xwar û ragihand, armanca wan jinavbirina bernameya atomî û dawîanîna li wan gefan e ku ev 47 sal in rûbirûyî Îsraîl û Amerîkayê dibin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro 28ê Sibatê di daxuyaniya xwe ya herî nû derbarê rageşiyên herêmê û operasyonên welatê xwe de got: Îsraîl di şerekî çarenivîsî de ye, ji bo jinavbirina gefên Komara Îslamî ya Îranê.

Di heman demê de tekez kir, di operasyonên îro de wan li navenda Îranê xistiye û hejmareke mezin a fermandarên artêşê û Supaya Pasdaran kirine armanc.

Netanyahu got: "Di nava 47 salên borî de, Îranê bi berdewam gefa mirin û tunekirinê li Îsraîl û Amerîkayê xwariye, lê îro em dibêjin êdî ev rewş nayê qebûlkirin û em rê nadin ku destê wan bigihîje çekên atomî."

Serokwezîrê Îsraîlê eşkere kir, plana êrîşên wan dê berdewam bike û got: "Di rojên pêş de em ê bi sedan binkeyên din ên Îranê bikin armanc."

Netanyahu destnîşan kir, stratejiya wan a niha guhertina nexşe û sîmaya Rojhilata Navîn e, bi rêya rakirina gefên ewlehiyê.

Ev daxuyaniyên Netanyahu di demekê de ne, serê sibêya îro 28ê Sibata 2026an, Amerîka û Îsraîlê êrîşên asmanî li ser Îranê dest pê kirin û di encamê de çend serkirdeyên wî welat hatin kuştin.

Di bersivê de, Îranê her zû bersiva wan êrîşan da û tevî avêtina hejmarek mûşekan ber bi Îsraîlê ve, çendîn bingeh û baregehên leşkerî yên Amerîkayê li welatên herêmê kirin armanc.