Heyva Sor a Îranê: Heta niha 201 kuştî û 747 birîndar hatine tomarkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Heyva Sor a Îranê amarên ziyanên canî belav kirin û ragihand, heta niha 201 kuştî û 747 birîndar hatine tomarkirin.

Heyva Sor a Îranê derbarê ziyanên canî û madî yên êrîşên hevbeş ên Amerîka û Îsraîlê de, îro daxuyaniyek belav kir. Hat diyarkirin ku êrîş li ser 24 parêzgehan hatine kirin û zêdetirî 220 tîmên hewarhatinê yên Heyva Sor bi hawara xelkê ve çûne.

Herwiha hat destnîşankirin ku li gorî amarên dawî heta saet 20:45an a êvara îro, 201 welatî hatine kuştin û 747 kesên din jî birîndar bûne.

Di heman demê de, Heyva Sor a Îranê hişyarî da welatiyan ku herî kêm 100 metreyan ji cihên hatine bombebarankirin dûr bikevin. Herwiha ji ber giraniya li ser rewşên awarte, daxwaz ji xelkê kir ku ji peywendiyên telefonî yên nehewce û mijûlkirina xetên Heyva Sor dûr bikevin.