Gotara Serokwezîr Mesrûr Barzanî di 25 rêzan de
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 3ê Adara 2026ê) Nexweşxaneya Macidiyê ya Taybet li Hewlêrê vekir û di wê merasîmê de gotarek pêşkêş kir.
Gotara Serokwezîr Mesrûr Barzanî di 25 rêzên kurt de:
1. Nexweşxaneya Macidiyê bi awayekî pir pêşketî û li gorî standardên navneteweyî hatiye çêkirin.
2. Ez hêvî dikim ku tu kesek neçar nebe ku bê nexweşxaneyê; Lê heke ew hatin, dê bi awayê herî baş xizmeta wan bê kirin.
3. Ez hêvî dikim ku veberhênerên mîna Hecî Ehmed ji bo pêşxistina Herêma Kurdistanê li ser veberhênanê berdewam bin.
4. Ez piştrast im ku bijîşk, peristar û karmendên me yên pir baş hene ku dikarin xizmeta welatiyan bikin.
5. Mixabin e ku devera me bi vî rengî rastî şer û pevçûnan hatiye.
6. Hin aliyên neqanûnî û terorîst Hewlêr jî kiriye armanca xwe.
7. Ez spasiya xweragiriya xelkê Kurdistanê dikim.
8. Piştrast bin ku em dê hemî bizavan bikin da ku xelkê Kurdistanê parastî be.
9. Em dê bizavê bikin ku Kurdistanê ji van şer û gêleşokên ku li deverê hene dûr bikin.
10. Em dê li ser parastina destkeftiyên xwe berdewam bin.
11. Îşela ewlehî û tenahî dê şûna şer, alozî û tundûtûjiyê bigirin.
12. Ez spasiya xelkê Kurdistanê dikim, ji ber bêhnfirehiya wan li beranberî pirsgirêkan.
13. Şîrketan ji bo xweparastinê berhemên xwe kêm kirine, ku bûye sedema kêmbûna elektrîkê.
14. Pirsgirêka kêmbûna berhemandina elektrîkê tiştekî demkî ye.
15. Ez hêvî dikim ku xelkê me fêm bike ku, ev tiştê qewimî ji derveyî îradeya me bûye.
16. Em berdewam li ser xetê ne da ku çareseriyeke bingehîn ji bo pirsgirêka mûçeyan bibînin.
17. Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemî pabendiyan xwe li bernaberî Bexdayê bi cih anîne.
18. Em daxwaz dikin ku Hikûmeta Federal jî pabendiyên xwe li beranberî mafên me yên darayî bi cîh bîne.
19. Em li ser soza xwe ne ku elektrîka 24 saetî ji bo tevahiya Kurdistanê dabîn bikin.
20. Em dê her bizavekê bikin da ku herî kêm zirar bigehe xelkê Kurdistanê.
21. Ez ji xelkê Kurdistanê dixwazim ku pabendî rênimayan bin û bi her awayî xwe biparêzin.
22. Em bang li Hikûmeta Iraqê dikin ku êdî rêyê nede terorîst û kesên ji qanûnê derkeftî ku êrîşî Kurdistanê bikin.
23. Em nikarin heta dawiyê li beranberî êrîşên li ser Kurdistanê bêdeng bimînin.
24. Em dê karên xwe bixin xizmeta hemî xelkê Kurdistanê û kesên ku serdana Kurdistanê jî dikin.
25. Piştrast bibin ku Kurdistana me dê her avedan û parastî bimîne.