Serokwezîr Mesrûr Barzanî Nexweşxaneya "Majidî ya Taybet" vekir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî Nexweşxaneya "Majidî ya Taybet" ku yek ji mezintirîn û nûjentirîn projeyên tenduristiyê yên li ser asta Herêmê ye vekir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 3ê Adarê Nexweşxaneya Majidî ya Taybet li bajarê Hewlêrê vekir. Ev nexweşxane ku projeyeke stratejîk a "Kompanyaya Majidî" ye û bi çavdêriya veberhêner Ehmed Mela Qadir Majidî hatiye cîbicîkirin, bi sermayeya 80 mîlyon dolarî hatiye avakirin.

Taybetmendiyên giştî yê avahiyê

Nexweşxaneya Majidî li ser rûberê 50 hezar metreçargoşe hatiye avakirin û ji avahiyeke modêrn a 6 qatî pêk tê. Nexweşxane xwedî karîna 230 nivînan e û bi teknolojiyên herî nûjen ên serdemê hatiye avakirin, da ku xizmetguzariyên bijîşkî bi standardên cîhanî pêşkêş bike.

Beşên pispor û xizmetên bijîşkî

Nexweşxane zêdetirî 20 beşên şêwirmendiyê yên cuda li xwe digire, di nav wan de; Dil, Mêjî û Damar, Gurçik, Çav, Nexweşiyên Zarokan û Jinan hene. Herwiha beşên neştergeriyê yên wekî Hestî, Dil û Sîng, Qirik, Guh, Ciwankarî û neştergeriya zarokan.

Di warê radyolojî û destnîşankirinê de, nexweşxane bi amûrên herî pêşkeftî yên wekî MRI 3T, CT Scan (64 û 256 slice), X-Ray û Mammografiyê hatiye tîmarkirin. Her wiha yekeyên taybet ên wekî Qestereya Dil, IVF (zarokên lûleyî), Diyalîz û Çareseriya Kîmyewî (Chemotherapy) ji bo nexweşên pençeşêryê di xizmetê de ne.

Xizmetên mayînê û asankariyên giştî

Ji bo rihetiya nexweş û bijîşkan, nexweşxane xwedî van taybetmendiyan e:

- 122 odeyên asayî û 11 odeyên taybet (VIP).

- 12 holên neştergeriyê yên modêrn û beşa ICU ya bi 27 nivînan.

- Motêlekî taybet ji bo bijîşkan ku ji 70 odeyan pêk tê.

- Cihê niştina helîkopteran, ji bo veguhastina bilez a nexweşên di rewşa awarte de.

- Xwaringeh, kafeterya, holên konferansê û odeyeke podcastê.

420 derfetên kar hatin afirandin

Vekirina vê nexweşxaneyê ji bilî warê tenduristiyê, di warê aborî de jî giringiyeke mezin dide navçeyê. Ev proje dê derdora 420 derfetên kar ên rasterast ji bo kadroyên bijîşkî, kargêrî û teknîkî peyda bike, ku ev yek piştgiriyeke mezin e ji bo hêza kar a navxweyî û kêmkirina bêkariyê.