Fuad Husên: Berdewamiya şer dê bibe sedema krîza enerjiyê ya cîhanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Iraqê ragihand, berdewamiya şerê li navçeyê dê bibe sedema krîza enerjiyê, bilindbûna bihayên petrolê û bandoreke nerênî li ser aboriya cîhanê bike.

Wezareta Derve ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, Wezîrê Derve Fuad Husên îro 4ê Adarê peywendiyeke telefonî ligel hevtayê xwe yê Rûsî Sergey Lavrov kir. Di peywendiyê de, her du wezîran rewşa herêmê û encamên siyasî û aborî yên vî şerî gotûbêj kirin.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê helwesta welatê xwe ya li ser rûbirûbûna li navçeyê nîşan da û diyar kir ku wî ligel hevtayên xwe yên li welatên Kendavê û Îranê peywendî danîne. Lavrov tekez kir, baştirîn rê ji bo kontrolkirina rewşê, vegera ser maseya danûstandinan û pêşxistina rêyên dîplomatîk e.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên bal kişand ser rewşa Iraqê û got: "Iraq bûye yek ji wan welatên ku ji ber vê pevçûnê rasterast ziyan dîtiye. Iraq rûbirûyî êrîşên her du aliyan dibe; ev yek nîşan dide ku Iraq bûye qurbanî, ne beşdarê vî şerî." 

Husên diyar kir jî, çareserî tenê di "agirbesteke demildest" de ye, lê mixabin di qada pratîk de, ti gavên cidî ber bi agirbestê ve nayên dîtin.

Fuad Husên aşkere kir, berfirehbûna şer û girtina Tengava Hurmizê çûnûhatina deryayî rawestandiye û ev yek ziyaneke mezin dide hinardekirina petrola Iraqê û welatên din ên navçeyê.

Wezîrê Iraqî hişyarî da û got: "Berdewamiya şer û operasyonên serbazî, dê bibe sedema krîzeke mezin di bazara enerjiyê de. Ev yek dê bihayên petrolê bi awayekî zêde bilind bike û bandoreke pir nerênî li ser aboriya herêmî û ya cîhanî bike."