Koye: Baregeheke PAKê li sînorê Dêgeleyê hat bombebarankirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Komara Îslamî ya Îranê baregeheke Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) li sînorê nehiya Dêgeleyê bi mûşekan armanc girt. Li gorî agahiyên destpêkê, di encama êrîşê de ziyanên canî çêbûne.
Îranê îro 4ê Adarê, derdora saet 11:00ê nîvro, baregeha Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ya li sînorê nehiya Dêgeleyê ya ser bi Koyê ve bombebaran kir.
Rêveberê Nehiya Dêgeleyê Soran Hewêzî ji Kurdistan24ê re ragihand: "Îro pêşnîvro, Îranê bi mûşekan êrîşî baregeha Partiya Azadiya Kurdistanê ya li sînorê nehiya me kir."
Hewêzî got jî, li gorî zanyariyên destpêkê, di êrîşê de kesekî jiyana xwe jidest daye û kesekî din jî birîndar bûye.
Heta niha derbarê qebareya ziyanên madî de agahiyên hûrgilî nehatine belavkirin.
Ev êrîş rojekê piştî êrîşa li ser Kampa Azadî ya li Koyê pêk tê. Duh bi sê dronan êrîş li ser kampa penaberên Rojhilatê Kurdistanê ya li Koyê kiribû. Qaymeqamê Koyê Tariq Heyderî diyar kiribû, ji ber valakirina pêşwext a kampê, tenê kesek bi sivikî birîndar bûye.
Kampa Azadî ya li Koyê û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li devera Zirguwêzê, di salên borî de gelek caran ji aliyê Îranê ve hatibûn bombebarankirin. Di sala 2022an de jî di êrîşeke giran a mûşekî de, li Koyê 5 kesan canê xwe ji dest dabûn û 40 kes jî birîndar bûbûn.