Li Mûsilê û Beşîqa du baregehên Heşda Şeibî rastî êrîşan hatin

Navenda Nûçeyan (K24) – Du baregehên Heşda Şeibî li navenda bajarê Mûsilê û li sînorê nehiya Beşîqayê hatin armanckirin.

Jêdereke ewlehiyê ji parêzgeha Neynewayê ragihand, teqemeniyeke nenas li hewşa baregeha "Ketayib Seyid el-Şuheda" ya li devera Reşîdiyê ketiye.

Ev baregeh li nêzîkî Zanîngeha Teknîkî ya li bakurê rojhilatê Mûsilê ye. Hat ragihandin, di bûyerê de ti ziyanên canî çênebûne.

Tîmên pispor ên pûçkirina teqemeniyan gihîştin cihê bûyerê û ji bo tespîtkirina çavkaniya teqînê, dest bi lêkolînên meydanî kirin.

Di bûyereke din a hevdem de, baregeha Lîwaya 30emîn a Heşda Şeibî ya li devera Xursîbat a ser bi nehiya Beşîqayê ve hat bombebarankirin.

Li gorî zanyariyan, di êrîşa li ser Beşîqayê de ziyanên madî gihiştine baregehê, lê ti kes nehatiye kuştin yan birîndarkirin.

Ev êrîş di demekê de ne, di van çend rojên borî de gelek binkeyên serbazî û komên çekdar li Iraqê bûn armanca bombebarana asmanî û mûşekî.

Pêşhatên li Iraqê bi operasyonên Amerîka û Îsraîlê yên li dijî berjewendiyên Îranê ve girêdayî ne, ku axa Iraqê kiriye beşek ji qada rûbirûbûna herêmî.