Seraya Ewliya Dem: Me bi dronan êrîşî Balafirxaneya Hewlêrê kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Koma çekdaran a “Seraya Ewliya Dem”ê, ku parek ji Miqawemeya Îslamî ya Iraqê ye, ragihand ku wan êrîşî bingeheke hêzên Amerîkayê li Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê kiriye.
Koma çekdaran a “Seraya Ewliya Dem”ê, ku parek ji Miqawemeya Îslamî ya Iraqê ye, îro (Çarşem, 4ê Adara 2026ê) beyannameyek li ser êrîşên îro belav kir û tê de got ku, ew êrîş bi rêya hejmareke dronan hatiye kirin û armanc jê bingehên hêzên Amerîkayê li hundirê Balafirxaneya Hewlêrê bû.
Wê komê di beyannameya xwe de sedema wê êrîşê bi çend xalan ve girê da, ji wan jî:
1. Tolhildana ji bo kuştina Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xamineyî (ku di wê beyannameyê de wekî şehîd hatiye binavkirin).
2. Bersivdayîna wan êrîşên ku bûne sedema kuştina hejmareke ciwanên komên çekdar ên Iraqî.
3. Wekî parek ji tiştê ku wan bi navê "erka rewa û bersinggirtina destdirêjiyan" binav kir.
Heta niha, gelek caran bi rêya dronên bombekirî ji hêla komên çekdar ên neqanûnî ve bizav hatiye kirin ku, tenahiya Hewlêrê û armanckirina bingehên serbazî yên Hevpeymanan û konsulxaneyan bikin armanc, lê piraniya wan êrîşan ji ber hebûna sîstema berevaniyê ya pêşkeftî hatine pûçkirin û armancên xwe nehingaftine.
Niha rewşa ewlehiyê ya bajarê Hewlêrê normal e û tu zirarên canî jî ji êrîşên bi dronan çê nebûne.
Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.
Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.
Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.