Heyva Sor a Îranê: Amerîka û Îsraîlê zêdetir ji 1300 êrîşan kirine
Navenda Nûçeyan (K24) - Heyva Sor a Îranê di daxuyaniyekê de ragihand ku, Amerîka û Îsraîlê 105 dezgeh û navendên sivîl ên welatê wan kirine armanc û zirar gihandiye wan. Herwesa got ku, Yek hezar û 332 êrîş li ser 636 cihên Îranî hatine kirin.
Heyva Sor a Îranê îro (Pêncşem, 5ê Adara 2026ê) daxuyaniyek weşand û tê de got ku, êrîşên Amerîka û Îsraîlê ji destpêka şer heta niha 105 dezgeh û navendên sivîl ên welatê wan kirine armanc û zirar gihandiye wan.
Heyva Sor a Îranê şkere jî kir: Ji destpêka serhildana şer ve, ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve êrîşî 174 bajarên Îranê hatiye kirin. Herwesa got: Yek hezar û 332 êrîş li ser 636 cihên Îranî hatine kirin.
Heyva Sor a Îranê di wê daxuyaniyê de ew yek jî eşkere kir ku, wan êrîşan "zirar daye 14 bingehên tenduristiyê jî", ji ber êrîşên Amerîka û Îsraîlê ku ji destpêka şer ve welatê wan kiriye armanc.
Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.
Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.
Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.