Starmer: Kes nizane ev şer dê çiqas bidome
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Brîtanyayê eşkere kir ku, Îranê bi dronan êrîşî 10 welatên hevalbend kiriye. herwesa got: Me keştiya şer şandiye Rojhilata Navîn, me destûr daye Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê ku bingehên me yên leşkerî bi kar bîne. Eşkere jî kir ku, Îranê êrîşî wan welatan kiriye yên ku bêalî bûn.
Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer îro (Pêncşem, 5ê Adara 2026ê) ragihand: Hêzên me hejmareke dronên Îranî pûç kiriye. Me hêzeke mezin şandiye deverê û herwesa em dê çar balafirên din jî bişînin deverê, da ku alîkariya welatan bikin.
Starmer herwesa got: Me keştiya şer şandiye Rojhilata Navîn, me destûr daye Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê ku bingehên me yên leşkerî bi kar bîne, herwesa Îranê êrîşî wan welatan kiriye yên ku bêalî bûn.
Navbirî eşkere jî kir: Me kariye alîkariya 140 hezar welatiyên Brîtanyayî bikin. Em planeke baş ji bo berevanîkirina ji welatiyên xwe dadinin. Me pêşwext hêz şand deverê, me radarên pêşketî şandine.
Serokwezîrê Brîtanyayê tekez jî kir: Serpişka karên me û karê me yê yekê parastina gelê me ye û erkê min parastina berjewendiyên Brîtanyayê ye. Me plana xwe ji bo xerciyan ragihandiye.
Keir Starmer di bersiva pirsyara rojnamevanekî de jî, ka gelo ev şer dê çiqas bidome, ragihand: Kes nizane ev şer dê çiqas bidome.
Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.
Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.
Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.