Mesrûr Barzanî sersaxî ji malbata şehîd Welat Tahir re xwest

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 8ê Adara 2026ê) ji bo şehîdbûna karmendekî Asayîşa Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê peyameke hevxemiyê belav kir û tê de tekez kir ku, êrîşên li ser Herêma Kurdistanê nerewa û terorîstî ne.

Peyama Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê;

Ez ji dil û can sersaxiyê ji malbat, xizm, heval û hevkarên şehîd Welat Tahir, karmendê Asayîşa Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê, re dixwazim û ez hevparê xema wan im, ku di encama êrîşên nerewa, zordarane û terorîstî yên li ser Herêma Kurdistanê de şehîd bû.

Xudayê mezin canê şehîd Welat bi bihuştê şa bike û sebir û hedarê bide me hemiyan. Ez ji bo birîndaran jî daxwaza çareserbûneke bilez dikim.

Xudayê mezin Kurdistanê biparêze.

 

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê