Miqawemeya Îslamî ya Iraqê di 24 saetan de 24 operasyonên leşkerî pêk anîn

Navenda Nûçeyan (K24) - Miqawemeya Îslamî ya Iraqê ragihand ku, wan tenê di dema 24 saetan de 24 êrîşên cuda cuda kirine ser cihên Amerîka û Îsraîlê li hundirê Iraqê û deverê.

Miqawemeya Îslamî ya Iraqê îro (Yekşem, 8ê Adara 2026ê) di beyannameyeke fermî de ragihand ku, wekî parek ji pêşxistina çalakiyan, di dema şev û rojên borî de, wan 24 operasyonên leşkerî bi rêya bikaranîna bi dehan dron û mûşekan pêk anîne.

Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.