Erebistana Siûdî bo Îranê: Em êdî bêdeng namînin
Navenda Nûçeyan (K24) - Li gorî zanyarên ajansa Reutersê, eger êrîşên Îranê berdewam bin, Erebistana Siûdî dê bersiva wê bide.
Çar çavkaniyan ji ajansa Reutersê re gotiye ku, Erebistana Siûdî Îran haydar kiriye ku eger êrîşên wê yên bi dron û mûşekan li ser wan berdewam bin, ew dê êdî bêdeng nemînin û dê dest bi bersivdayînê bikin.
Li gorî çavkaniyan, peyama Erebistana Siûdî li ser zarê Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Feysel bin Ferhan ji Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî re hatiye gihandin.
Erebistana Siûdî di wê peyamê de ragihandiye: Eger Îran bombebarana li ser Erebistana Siûdî ranewestîne, hingê Riyad xwe mafdar dibîne ku êrîşên mûşekî bike ser Îranê.
Li gorî Reutersê, Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî haydarî daye Îranîiyan. Eşkere jî kiriye ku, ew amade ne ku ji bo çareserkirina pirsgirêka di navbera Amerîka û Îranê de bi rêya dîplomasiyê navbeynkariyê bikin.
Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.
Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.
Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.
Peywendiyên di navbera Erebistana Siûdî û Îranê de, piştî heft salan ji têkçûna dîplomatîk, di Adara sala 2023ê de bi navbeynkariya Çînê hatibûn normalkirin. Pêştir li sala 2019ê, dezgehên petrolê yên Aramkoya Siûdiyeyê rastî êrîşên mezin ên bi dron û mûşekan hatibûn, Erebistana Siûdî û Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê Îran bi wan êrîşan tometbar kiribû.