Pizîşkiyan û Erdogan rewşa navçeyê gotûbêj dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan di peywendiyeke telefonî de ligel Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, mercê welatê xwe yê ji bo aramkirina rewşê aşkere kir û nûçeyên derbarê êrîşkirina ser Tirkiyeyê red kirin.
Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan îro 9ê Adarê peywendiyeke telefonî ligel Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan encam da. Di peywendiyê de pêşhatên navçeyê yên piştî êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê û bandorên vî şerî hatin gotûbêjkirin.
Li gorî ajansa "Tasnîm" a Îranî, Mesûd Pizîşkiyan mercê welatê xwe yê ji bo aramkirina rewşê bi van gotinan anî ziman: "Îran her tim amade ye ji bo kêmkirina girjiyan, lê bi mərcekê; divê asman, av û xaka welatên cîran ji bo êrîşkirina ser gelê Îranê neyên bikaranîn."
Pizîşkiyan her wiha bi tundî ew nûçe red kirin ku digotin Îranê mûşek avêtine ser Tirkiyeyê. Wî ev îdia wekî "hewldanên Amerîka û Îsraîlê yên ji bo têkdana peywendiyên Tehranê û cîranên wê" pênase kirin.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, careke din sersaxiya fermî ya dewleta xwe ji bo kuştina Rêberê Bilind ê Îranê û qurbaniyên sivîl, bi taybetî zarokên dibistana Mînabê, pêşkêşî Pizîşkiyan kir.
Erdogan her wiha pîrozbahî li Mucteba Xamineyî kir ku wekî Rêberê Bilind ê nû yê Îranê hatiye hilbijartin û serkeftin ji bo wî xwest.
Herwiha Erdogan got: "Em bi ti awayî bîr li ser rûbirûbûna ligel Îranê nakin. Em di vê dema dijwar de, têdigihin rewşa Îranê û çi ji destê hikûmeta me were, em amade ne ji bo kêmkirina aloziyên li navçeyê bikin."
Serokkomarê Tirkiyeyê tekez kir, destêwerdana di karên navxweyî yên Îranê de nayê qebûlkirin û bang li hemû aliyan kir ku deriyên dîplomasiyê vekirî bihêlim, da ku navçe ji karesatên mezintir were parastin.