Bi dronan êrîşî gundekî Silêmaniyê hat kirin: Qurbanî hene

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêzeêrîşên dronî li ser gundê Zirgiwêzele yê li parêzgeha Silêmaniyê hatin kirin û di encamê de çend kes bûn qurbanî.

Peyamnêra Kurdistan24ê li Silêmaniyê da zanîn, saet 07:30î ya sibeha îro 11ê Adarê, bi dronan êrîş li ser gundê Zirgwêzele yê li devera Zirgiwêzel a parêzgeha Silêmaniyê hat kirin.

Li gorî zanyariyên peyamnêra me, di encama van êrîşan de kesekî jiyana xwe ji dest daye û du kesên din jî birîndar bûne.

Her wiha aşkere kir jî, hinek dronan navenda gund û hinekan jî çiyayên derdorê armanc girtine; ji ber vê yekê ziyaneke mezin a madî gihîştiye mal û milkên welatiyan. Ev gund di nava çend rojên borî de jî çend caran hatibû bombebaran kirin.

Ji destpêka şerê Îsraîl û Amerîkayê yê li dijî Îranê ve; grûpên çekdar rojane bi dron û mûşekan herêmên cuda yên Herêma Kurdistanê dikin armanc, ku di encamê de hejmareke mezin a sivîlan û endamên hêzên ewlehiyê bûne qurbanî.

Desthilatdarên Herêma Kurdistanê çend caran daxwaz ji hikûmeta Iraqê kirine ku serweriya welat biparêze, sînorekî ji bo êrîşan deyne û tawanbaran bigire, lê belê heta niha berpirsên Bexdayê ti gaveke pratîkî ji bo rawestandina van êrîşan neavêtine.