Iraq: Karwanê yekê yê welatiyên li derve asê bûbûn hat vegerandin

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Derve ya Iraqê ragihand ku, hejmareke welatiyên Iraqî ku li çend welatên derve asê bûbûn bi hevahengiya rayedarên peywendîdar vegeriya welatê xwe.

Wezareta Derve ya Iraqê îro (Yekşem, 15ê Adara 2026ê) di daxuyaniyekê de eşkere kir ku, karwanê yekê yê welatiyên Iraqî ji Misrê bi rêya Deriyê Ererê yê Erebistana Siûdî ji bo Iraqê hat vegerandin.

Wezareta navbirî herwesa got ku, niha amadekarî tên kirin ku di çend rojên bê de welatiyên Iraqî yên ku li Hindistanê asê bûne bên vegerandin, xasma jî yên ku ji bo wergirtina çareseriyê çûne nexweşxaneyên wî welatî.

Her di vê çarçoveyê de, wezareta navbirî bi rêya Urdinê di têkiliyê de ye da ku welatiyên Iraqî yên ku li Libnanê asê bûne vegerîne.

Wezareta Derve ya Iraqê pabendbûna xwe tekez kir ku, dê bi hevahengiya dezgehên pêwendîdar hemî bizavan ji bo vegerandina welatiyên Iraqî yên ku li derveyê welat asê bûne bike.

Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.

Êrîşên Îranê bûne sedema gelek nerazîbûnên herêmî û navneteweyî û welat bang li Tehranê dikin ku, êrîşên xwe yên herêmî rawestîne ji ber ku jiyana sivîlan xistiye xeterê û jêrxaneya sivîl a welatên Kendavî dike armanc.