Mucteba Xameneyî pêşniyarên kêmkirina aloziyên bi Amerîkayê re red dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêberê Bilind ê nû yê Îranê Mucteba Xameneyî hemû pêşniyarên ji bo kêmkirina rageşiya bi Amerîkayê re, di nav de destpêşxeriyên agirbestê jî hene, red kirin.

Berpirsekî Îranî îro 17ê Adarê ji ajansa nûçeyan a "Reuters" re ragihand, Rêberê Bilind ê nû yê Îranê Mucteba Xameneyî pêşniyarên ji bo kêmkirina aloziyên bi Amerîkayê re red kirine.

Wî berpirsî bêyî ku navê xwe aşkere bike diyar kir, ev pêşniyar di civîneke asta bilind a derbarê siyaseta derve de, bi rêya kanalên dîplomatîk ên nerasterast û navbeynkarên navdewletî hatine pêşkêşkirin. Armanca van pêşniyaran ew bû ku rê li ber kûrbûna krîza li navçeyê were girtin û alozî werin kontrolkirin.

Li gorî agahiyan, Rêberê nû yê Îranê bi tundî ev destpêşxerî red kirine û tekez kiriye ku divê Tehran li ser helwesta xwe ya niha ya tund berdewam be. Xameneyî diyar kiriye, di vê qonaxê de ew ne amade ne ti sazişê bikin.

Çavkaniyê destnîşan kir, serkirdayetiya Îranê di wê baweriyê de ye ku ji ber şer û rageşiyên leşkerî yên li navçeyê, niha ne dema danûstandin û rêkeftina bi Amerîkayê re ye. Tê gotin ku Tehran nermbûna di vê demê de wekî "lawazî" dibîne û serkirdayetiya nû naxwaze di destpêka karê xwe de lawaz xuya bike.

Ev biryara Mucteba Xameneyî nîşan dide, di bin serokatiya wî de, siyaseta derve ya Îranê ber bi tundbûneke zêdetir ve diçe. Pispor diyar dikin ku serkirdayetiya nû li şûna hewildanên aramkirina rewşê, zêdetir giraniyê dide ser bingeha "pêşîgirtin" û nîşandana hêzê li hemberî Amerîka û hevalbendên wê.