8 tîmên çaryek-fînala Lîga Şampiyonan diyar bûn: Tîmên Spanyayê biser yên Îngiltrayê ketin
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi lîstina maçên dawî yên gera 16’an yên Lîga Şampiyonan, 8 tîmên ku derbasî çaryek-fînalê bûn eşkere bûn. Barcelona bi encameke dîrokî Newcastle United têk bir û Liverpoolê jî bi vegereke mezin bilêta xwe ya dora din wergirt.
Şeva borî, 18ê Adarê, lîstikên gera hatine yên qonaxa 16’an yên Lîga Şampiyonan bidawî bûn û tîmên Spanyayê Barcelona, Real Madîd û Atletico Madrid bi encamên mezin biser tîmên Ingiltirayê ketin.
Barcelonayê tîma Newcastle wêran kir
Tîma Barcelona li stadyuma xwe Camp Nouyê pêşwaziya tîma Îngilîz Newcastle United kir. Barcelona, tevî ku di nîveka yekem de hinekî zehmetî dît, bi encameke giran (7 – 2) ji mêvanê xwe bir.
Golên Barcelonayê ji aliyê Raphinha (2 gol), Marc Bernal, Lamine Yamal (bi penaltiyê), Fermin Lopez û Robert Lewandowski (2 gol) ve hatin tomarkirin. Her du golên Newcastle’ê jî ji aliyê Anthony Elanga ve hatin tomarkirin. Bi vê encamê, Barcelona bi encama giştî (8 – 3) derbasî dora 8’an bû.
Liverpoolê "firtene" rakir
Li aliyê din, Liverpool li Anfield Roadê mêvandariya Galatasarayê kir. Tevî ku maça gera çûnê li Stenbolê bi (1 – 0) li berjewendiya Galatasarayê bi dawî bûbû, Liverpoolê li malê bi encameke zelal (4 – 0) biser ket û bi encama giştî (4 – 1) Galatasaray ji pêşbirkeyê dûr xist.
Encamên lîstikên şeva Sêşemê:
Di maçên roja Sêşemê (17ê Adarê) de jî ev tîm biser ketin:
- Real Madrid (2 – 1) Man City: Real Madridê bi encama giştî (5 – 1) derbas bû.
- PSG (3 – 0) Chelsea: Parîsiyan li hemberî Chelsea serkeftineke zelal bi dest xistin û bi encama giştî (8 – 2) derbas bûn.
- Arsenal (2 – 0) Bayer Leverkusen: Arsenalê bi encama giştî (3 – 1) tîma Alman derbas kir.
- Sporting Lisbon (5 – 0) Bodo Glimt: Tîma Portûgalî bi encama giştî (5 – 3) xwe gihand dora 8’an.
Encamên lîstikên şeva Çarşemê:
Di maçên dawî yên şeva Çarşemê (18ê Adarê) de encamên balkêş derketin holê:
- Barcelona (7 – 2) Newcastle United: Barcelonayê bi encama giştî ya (8 – 3) derbasî dora din bû.
- Bayern Munich (4 – 1) Atalanta: Tîma Alman Bayern Munich careke din hêza xwe nîşan da û bi encama giştî ya giran (10 – 2) Atalanta ji pêşbirkeyê derxist.
- Liverpool (4 – 0) Galatasaray: Liverpool bi encama giştî (4 – 1) bilêta çaryek-fînalê wergirt.
- Tottenham (3 – 2) Atletico Madrid: Her çend Tottenhamê maça şevê biribe jî, lê ji ber ku Atletico Madrid maça yekem bi ferqeke mezin biribû, bi encama giştî (7 – 5) Atletico derbasî dora 8’an bû.
Bernameya Çaryek-Fînalê
Yekser piştî temambûna maçan, xaneyên çaryek-fînalê jî diyar bûn. Bernameya maçên pêşîn ku dê di 7 û 8ê Nîsana 2026an de werin lîstin wiha ye:
- Sporting Lisbon – Arsenal
- Barcelona - Atletico Madrid
- Paris Saint-Germain – Liverpool
- Real Madrid - Bayern Munich
Maçên vegere jî dê di 14 û 15ê Nîsana 2026an de werin encamdan, da ku tîmên nîv-fînalê werin destnîşankirin.