Amedsporê xewna xwe bicih anî û derbasî Super Ligê bû
Navenda Nûçeyan (K24) – Amedsporê di hefteya dawî ya Lîga Yek de, piştî wekheviya ligel Igdır FK, bilindbûna xwe ya bo Super Liga Tirkiyeyê misoger kir. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan peyamên pîrozbahiyê weşandin.
Di hefteya 38an û ya dawî ya Liga Yek de, Amedspor li qada xwe ligel Igdır FK 3-3 wekhev ma. Bi vê encamê Amedsporê pûanên xwe derxistin 74an. Her çiqas tîma Esenler Erokspor jî gihîşt 74 pûanan, lê Amedspor ji ber "averaja di navbera her du tîman de" ket rêza duyem û piştî Erzurumsporê bû tîma duyem ku rasterast derket Super Ligê.
Di maça ku bi encama (3 - 3) bi dawî bû de, golên Igdır FK di xuleka (6) de ji aliyê Fofana, di dawiya nîveka yekem de ji aliyê Guray Vural û di xuleka (80) de ji aliyê Atakan Çankaya ve hatin avêtin; herwiha golên Amedsporê jî di xuleka (19) de ji aliyê Hasan Ali Kaldirim, di xuleka (45+1ê) de ji aliyê Mbaye Diagne û di xuleka (49) de ji aliyê Dia Saba ve hatin tomarkirin.
Nêçîrvan Barzanî: Em bi serkeftina Amedsporê pir şa bûn
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê X (Twitter) peyameke pîrozbahiyê weşand û got:
"Ez Amedsporê ji ber hilkişîna wê ya bo Super Ligê ji dil û can pîroz dikim. Ez hemû alîgir û piştevanên Amedsporê pîroz dikim. Em bi serkeftina Amedsporê pir şa bûn. Ez daxwaza serkeftinê ji wan re dikim û hêvîdar im Amedê bi awayekî herî baş temsîl bikin."
Erdogan: Ez camiaya Amedsporê pîroz dikim
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan jî bi peyameke li ser medyaya civakî pîrozbahî li tîmê kir û got: "Ez Amedspora ku dê di werza bê de Diyarbekira me di Super Ligê de temsîl bike, hemû alîgirên Amedsporê û birayên xwe yên Diyarbekirî ji dil pîroz dikim û serkeftinê ji wan re dixwazim."