Serokê Hikûmetê û Serokwezîrê Qeterê rewşa Kurdistan, Iraq û navçeyê gotûbêj dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Qeterê Şêx Mihemed bin Ebdulrehman Al Sanî bi telefonê axivîn. Her du aliyan bal kişandin ser metirsiya komên çekdar û daxwaz ji Bexdayê kirin ku wan kontrol bike.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 2ê Nîsanê peywendiyeke telefonî bi Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Qeterê Şêx Mihemed bin Ebdulrehman Al Sanî re kir. Di peywendiyê de, geşedanên dawî yên li Herêma Kurdistanê, Qeter û navçeyê hatin gotubêjkirin.

Her du serokwezîran bi tundî êrîşên terorîstî yên ku li dijî Herêma Kurdistanê û Qeterê tên kirin şermezar kirin. Herwiha nîgeraniya xwe ya kûr li hemberî zêdebûna şer û rageşiya li Rojhilata Navîn anîn ziman û tekezî li ser parastina aştî û aramiya navçeyê kirin.

Mesrûr Barzanî û Şêx Mihemed Al Sanî hevnêrîn bûn ku mîlîşya û komên derveyî qanûnê, bûne sedema metirsiyeke mezin û gef li ser ewlehiya navçeyê. Her du aliyan destnîşan kir, divê Hikûmeta Iraqê van koman kontrol bike, da ku rê li ber têkdana aramiyê were girtin.

Serokwezîrê Qeterê bal kişand ser giringiya parastina aştiyê û got, divê hemû metirsî bi cidî werin girtin. Ji aliyê xwe ve, Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştgiriya Herêma Kurdistanê ji bo gelê Qeterê li hemberî her geşedaneke nexwestî dubare kir.

Di dawiya peywendiyê de, her du alî li ser berdewambûna peywendî û hevahengiyê li hev kirin, da ku karibin bi hev re rûbirûyî asteng û dijwariyan bibin.