Mesrûr Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Fransayê kir

Navenda Nçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li Konsulê Giştî yê nû yê Fransayê li Herêma Kurdistanê Balyoz Emmanuel Mignot kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Yekşemê 20ê Îlona 2026ê, pêşwazî li Konsulê Giştî yê nû yê Fransayê kir. 

Di destpêka wê civînê de, Konsulê Giştî yê Fransayê dilxweşiya xwe bi destpêkirina karê xwe li Herêma Kurdistanê nîşan da û kurtiyek jî ji kar û çalakiyên xwe di paşerojê de, ji bo zêdetir pêşxistina peywendiyên Fransa û Herêma Kurdistanê, pêşkêş kir û amaje bi amadekariyên avakirina avahiya nû ya konsulxaneya welatê xwe li Hewlêrê jî kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî destpêkirina karî li Konsulê Giştî yê Fransayê pîroz kir û piştgiriya hikûmetê jî ji bo biserxistina erkê wî diyar kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi peywendî û dostaniya dirokî ya di navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê de jî kir û spasiya hikûmet û xelkê Fransayê kir, ji ber piştgirîkirina xelkê Kurdistanê di qonaxên cihêreng de.

Di pareke din a wê civînê de, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser rewşa giştî ya Îraq û deverê li hev guhartin.