Hewlêr.. Coşa xwendinê di nava dibistanên kampa penaberan de
Hewlêr (K24) – Hevdem li gel destpêkirina sala nû ya xwendinê li seranserê Herêma Kurdistanê, li kampên penaberan jî deriyê polên xwendinê li ber zarokan hatin vekirin. Li Dibistana "Perwer" a li Kampa Daraşekranê ya parêzgeha Hewlêrê, bi alayên Kurdistanê, balon û şîraniyê pêşwaziyeke germ li xwendekaran hat kirin, bi taybetî li yên pola yekem da ku zû xwe li gel jîngeha nû ya xwendinê biguncînin.
Kolanên Kampa Daraşekranê îro 20ê Îlonê, danê sibehê bi xwendekarên ku berê xwe didan dibistanê xemilîbûn. Ji bo gelek zarokan ev derbasbûneke asayî bû, lê ji bo beşek ji wan cara yekem bû ku ji hembêza dê û bavên xwe dûr dikevin û gavên xwe yên pêşîn ber bi cîhana xwendinê ve davêjin.
Diyala Silêman ku hem dayik e û hem jî mamoste ye, bal kişand ser erkê xwe yê ducarî û got: “Gelek ji van zarokan cara yekem e ji dayikên xwe dûr dikevin. Em gelek hewl didin ku li vir hest pê bikin em jî wek dayikên wan in. Dema em dibînin dayik li dûr disekinin û bi nîgeranî li zarokên xwe dinêrin, em dilê wan rehet dikin û dibêjin: ‘Xema wan nexwin, zarokên we emaneta me ne, ew zarokên me ne jî’. Hin zarok di destpêkê de digirîn, lê em wan hembêz dikin û dixwînin heta ku fêr bibin.»
Mamosteya polê Çiraxan Xalid jî diyar kir ku destpêka salê ji bo refên yekem her tim bi zehmetî ye û got: “Roja yekem gelek zehmet e, ji ber ku ji bo wan tiştekî nû ye. Heta hefteya yekem bi vî awayî zor e, lê piştre gav bi gav bi sebr û aramiyê fêrî heval û jîngeha dibistanê dibin.”
Xwendekarên zarok jî kêfxweşiya xwe ya ji bo dîtina hevalên nû û destpêkirina dersan nîşan dan. Yek ji xwendekarên nû got ku di destpêkê de hinek hevalên wan giriyane, lê wan jê re gotine “negrîn, em hemû hevalên hev in” û bi vî awayî tirs û xemgîniya wan belav bûye.
Rêveberê Dibistana Perwer ya Bingehîn, Şemal Hesen ragihand ku amadekariyên pêwîst ji bo wergirtina pirtûkan hatine kirin û got: “Pirtûkên nû yên ku gihîştibûn embaran me wergirtin, her wiha beşek ji pirtûkên sala borî jî di destê me de mabûn. Ji bo vê salê pirtûkên pêwîst di destê me de hene. Di vê dibistana me de tenê, hejmara xwendekaran gihiştiye hezar û 452 xwendekaran.”
Li gorî amarên fermî, li seranserê Herêma Kurdistanê nêzîkî 55 hezar xwendekarên aware û penaber hene. Ev xwendekar li ser 18 kampan û di nava 55 dibistanan de hatine dabeşkirin. Tenê li Kampa Daraşekranê, zêdetirî 3 hezar û 500 xwendekar hene ku di nava 5 dibistanên cuda de perwerdeyê dibînin.
Ji bo van zarokên ku jiyana wan bi koçberiyê re derbas bûye, destpêkirina sala nû ya xwendinê ne tenê çûna ser kursiyên dibistanê ye; belkî di nava çenteyên wan de xewnên mezin ên paşerojê û hêviya avakirina jiyaneke nû veşartî ne.