Fazil Mîranî: Bêyî PDKê ti hikûmetek li Bexdayê nayê avakirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Desteya Kargêrî ya Mekteba Siyasî ya PDKê ragihand, prosiya siyasî ya Iraqê pêwîstiya wê bi serastkirinê heye û tekez kir, helwestên wan ên dawî ji bo vegerandina hevsengiyê ne.
Berpirsê Desteya Kargêrî ya Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî îro 19ê Nîsana 2026an di hevpeyvîneke taybet de li gel Kurdistan24ê, rewşa siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê nirxand.
Mîranî derbarê baykotkirin û rawestandina karên fraksiyona PDKê de diyar kir, ev yek nayê wateya vekişîna ji proseya siyasî ya Iraqê. Herwiha got: "Baykotkirin an jî rawestandina kar, mafekî siyasî yê hemû fraksiyonan e. Ev nîşaneke zelal e ku rêvebirina proseya siyasî li Iraqê pêwîstiya wê bi rastkirin û guhertina arasteyê heye."
Dabeşkirina postan û mafê Kurdan
Fazil Mîranî bal kişand ser dabeşkirina sê postên bilind ên Iraqê ji piştî sala 2003an ve (Serokkomar ji bo Kurd, Serokwezîr ji bo Şîe û Serokê Parlamentoyê ji bo Sune) û got, wekî PDK, mebesta wan ne tenê postekî hizbî bûye, lê wan parastina mafê Kurdan kiriye. Herwiha tekez kir, "pirsa Serokkomariyê ne kêşeyeke wisa mezin û aloz e ku di navbera YNK û PDKê de neyê çareserkirin."
Yekdengî daxwaza xelkê ye
Mîranî hêviya xwe anî ziman ku nakokiyên navbera PDK û YNKê bi yekcarî bi dawî bibin û destnîşan kir, yekdengiya aliyên Kurdî ne tenê daxwazeke siyasî ye, lê "vîna sereke ya tevahiya xelkê Kurdistanê ye." Mîranî PDK wekî partiyeke niştimanperwer pênase kir ku li ser bingeha berjewendiya giştî siyasetê dike, ne li ser "bazaran."
Rexneya li ser Kerkûkê
Derbarê rewşa Kerkûkê de, Mîranî rexne li parçekirina lîsteyên Kurdî girt û got: "Heger aliyên Kurdî bi lîsteyeke yekgirtî beşdarî hilbijartinan bibûna, bêguman posta Parêzgarê Kerkûkê dê ji bo Kurdan bûya." Herwiha tekez kir, ji ber dîrok û pêgeha bajêr, parêzgar divê Kurd be û pêkhateyên din jî di rêvebirinê de cih bigirin.
"Bêyî PDKê hikûmet nayê avakirin"
Fazil Mîranî di dawiya daxuyaniya xwe de got: "PDK axparêz e û rê li ber axfirotanê girtiye. Herwiha li Bexdayê ti hikûmetek bêyî PDKê nayê avakirin." Herwiha anî ziman ku xema wan a herî mezin, parastina destkeftên dîrokî yên gelê Kurdistanê û Tevgera Rizgarîxwaz li hember metirsiyan e.