DEM Partiyê bersiva şiroveya Karayilan a li ser pêvajoyê da
Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Mahfuz Guleryuz, bersiva daxuyaniyên rêveberê PKKê Murad Karayilan ên derbarê "rawestandina pêvajoyê" de da û diyar kir ku pênaseya "cemidandin" li dijî ruhê pêvajoyê ye.
Mahfuz Guleryuz ji medyayê Tirkiyeyê re diyar kir, ew wekî DEM Partî naxwazin pênaseya "pêvajo hatiye rawestandin" bikar bînin û got: "Bikaranîna îfadeyeke wiha li dijî ruhê pêvajoyê ye. Ev pêvajo ne tiştekî wisa ye ku em mîna gotina Erdogan a berê 'deynin nav sarincê'. Em ji roja pêşîn ve bi nîgeranî nêzîkî vê nehatin, ji ber ku em dizanin ev pêvajo çawa pêş ketiye."
Mahfuz Guleryuz bal kişand ser wê yekê ku ev pêvajo ne bi rasthatin dest pê kiriye û wiha berdewam kir: "Tevgera Kurd di mijara çareseriyê de qanî bûye. Ez bawer dikim ku ew mekanîzmaya dewletê ya ku di kesayetiya Devlet Bahçeli de derketiye holê jî, di vê mijarê de qanî bûye. Lewma ez dibêjim ku bingeha vê pêvajoyê xurt e."
Guleryuz destnîşan kir, her çiqas di pêvajoyê de hin pirsgirêk û xitimîn hebin jî, ev nayê wê wateyê ku pêvajo bidawî bûye. Herwiha got: "Belê, kêmasî û pirsgirêk hene. Dibe ku hin xalên xitimînê hebin û em dikarin van xalan nîqaş bikin; lê pênasekirina rewşa niha wekî 'pêvajoya xitimîn û rawestandinê' nêzîkatiyeke mezinnîşandanê ye."
Ev daxuyaniya vî berpirsê DEM Partiyê piştî wê tê, Endamê Fermandariya Navenda Parastina Gel Murat Karayilan berî çend rojan ragihandibû, ji ber nebûna hevdîtinan li Îmraliyê û neavêtina gavên yasayî, pêvajoya aştiyê niha hatiye "rawestandin".
Herwiha Karayilan helwesta hikûmetê ya ku dibêje "pêşî çekan deynin, paşê em ê yasayan derxin" wekî "pêşniyara xweradestkirinê" nirxand û got, ev yek di pratîkê de nabe.